Mustafa Kalpak / kalpak@spray.se

Arþiv

Xebata legal a kurd mimkun e,
lê nehêsa ye!

Divê hewildan, xebat û çalakîyên ku tên kirin tesîrekê li ser rojevê bihêle û di derbarê nasnameya kurdî de mesafeyê bistîne û ev bibe şêlekî qanûnî. Giring e ku kurd di pêvajoya legalbûnê de li ber xwe bidin da ku ew bikaribin navê etnikî bi kar bînin.

Em pê dizanin ku Qanuna Esasî ya Tirkiyeyê îzinê nadin ji bo avakirina partîyên li ser koka etnîkî (kurd). Dîsa em pê dizanin ku Dadgeha Qanuna Esasî ya Tirkîyeyê fermana partîyên ku jê ne razî bin derdixînin û wan qedexe dikin. Girtina Partîya Fazîletê nimûneya herî dawî ye.

Gava mirov bêje sîyaseta eskereyî, divê mirov rîskên wê jî ji bîr neke.

Ev rîsk çi ne?

Yek ji van mûeyedên û cezayên hikumê qanûnî ne. Qanûnen wek Qanûna Ceza ya Tevayî, Qanûna Anti-terorê û Qanûna Usila Suçan muhteweya wan ew e ku meriv bi wan cezeyê pere dixwe, tê sirgunkirin û ji sîyasetê jî tê menkirin.

Yek ji van rîskan jî lêdan û kustina mirovan e.

Ya din jî, di warê sîyasetê de ye, ne bi dilê te be jî, tu hesasîyetek nîsan didî û gavên bi sînor davêjî; yanî tu ne serbestî.

Divê tu wexta xwe yê taybetî bidî sîyasetê. Bi perê xwe, bi xweydana enîya xwe, bi murekeba qelema xwe û bi xûna xwe jî divê tu tê de bî. Sîyaseta legal ne rehet e. Ez gotina Îsa pexember serbest dizivirînim li ser rewsa Tirkiyê: " Ên li Tirkiyê bixwazin xebata legal bikin, bila xaça xwe jî bixwe ra bigerînin."

Wek Sokrates jî dibêje;"Cesaret ji zanebûnê te". Divê zanebûna bi bîr û bawerî (know how) sermaye, însan, organisation, mobîlîsation û disiplîn hebe ku mirov kanibe rîskên li jor bigre ber çavan. Beriya her tistî divê kesên ku rîskên li jor bigrin bigrin ber çavan, li pîyasê bin.

Qanuna Esasî, struktura îdareya dewletê bi mejîyekî otorîter û totalîter organîze kirîye û dike. Tenê rê dide "tek tîp partî" yan. Li Tirkîyeyê pir partî hene lê, wek organên dewletê kar dikin. Partî di nav civatê de wek baskekî dewletê ne û bi gopalê dewletê li defê dixin. Partî, sîyaseta xwe li gora sîyaseta dewletê bi disiplîn û bi sînor dikin. Ev helwest ne li gora tebîeta sîyaseta civata ku bi demokrasîyê tê îdare kirine. Ev zîhnîyet, ev hiqûq li hember demokrasîyê, li hember mafên kurdan astengeke mezin e. Divê ev asteng ji hikumê Qanuna Esasî rabin. Ji bo wê jî hewcedarîya zîhnîyeta sîyaseten nuh hene.

Em pê dizanin ku li Tirkîyeyê "politic pluralism" sîyaseta piralî tune ye. Partîyên ku li ser esasên etnîkî, çînî, dînî, tên ava kirin, an ava dibin garantîya wan ya jîyanê tune ye. Sebeb jî Qanûna Esasî û zîhnîyeta sîyaseta dewletê ye. Gelekî girîng e ku tevgera kurdan xelkê mobîlîze bike da pêşî lê bigre ku gelê kurd, îndîrekt nebe şirîkê gunehê Qanuna Esasî û zîhnîyeta sîyaseta partîyên ku hikumetê îdare dikin. Ji bo vê yekê divê sîyaset di bin vesayetê û entegrebunê de neyê meşandin. Ev rabestin, otorîta tehakumîyê û îdareya wê meşrû dike. Gava em doza mafên gelê kurd dikin, divê ji bo me ne pêwîst be ku em sazûmana xwe û felsefeya sîyaseta xwe wekî ya partîyên tirkan li gora "Anayasa" "Turkiyeli " xwe eyar bikin. Divê ferqiya me û wan ji hev hebe. Di pêvajoya legalbûna tevgera kurdan de, divê li herêma me, şîyara me weha be: Raya me, ne ji partiyên tirkan re ye!

Partîya Komunîst ava bûye (çînî). Partîya Îslamî (mutedil) ji bo hebûna xwe liberxwe dide. Ev tiştên baş in. Wê gavê kurd çima êdî li ser navê etnîkî nekevin sahneya sîyasetê? Divê lêkolîn û minaqeşe li ser bên kirin.

Li Tirkîyeyê nakokî di nabêna tek sîyaset û pir sîyasetê de heye. Divê partîyên kurdan jî di vê nakokîyê de cîhê xwe bigrin. Bila ev nakokî geş bibe. Di nakokîyê antagonîst de sîyaseta kurdan divê dînamîka xwe diyar bike. Encama nakokîyê tehamûlkirina sînorê demokrasîya rejîma dewleta Tirkîyê dide xuyakirin. Ev yeka hanê, dê wan teşhîr bike, ew ê wan bide dest. Argumentên wan çi ne, yên kurdan çi ne, ew ê bi rehetî ji dinya û alemê re aşîkar bibe. Dê di netîceyê de, demokrasî û doza kurdan qezenç bike. Dê argumentên sîstema rejîma Tirkiyeyê wek wan însanên ku bixwaze xwe ji nav çiravê (batak) xelas bike, be.

Navê kurd bikaranîn ne tenê sembolîk e, realîteyek e. Ma zimanê kurdî ne realîteyek e? Em rexneyê li Komîsyona Awrûpa digrin û gazincan dikin û dibêjin, çima we di "Belgenameya hevpar" de navê kurdan bi kar neanî ye. Divê em berê nasnameya kurdan bicomerdî li ba xwe bikarbînin û paşê gazincan li hinekî din bikin.

Sembol, ne xirab in. Mirov lê dizîvirin û xwe tê de dibînîn, xwe pê girê didin,xwe pê dinasin. Sembol, modelên fikirandinê vedike.

Îro li Tirkîyeyê du realîte hene. Yek, sedema ku dewlet bi sîyaseta xwe ya milî îdeolojîk-şovenîst nexwestîye huwîyeta kurdan nas bike û hurmetê ji mafên wan ê netewî û demokratîk re nîşan bide, bi cambazî wek qilif, bi rêya hikûmê Qanuna Esasî ku pê kurdan înkar dike, derxistîye pêş - de jury realty . Ev Qanuna Esasî ji bo terafekî, li gor mafên etnîk yê tirk bê parastin hatîye amadekirin. Hêzeke civatê bi quwetê hiqûqa xwe daye qebulkirin. Qanuna Esasî ne wek kontrakteke di nabêna civata kurdan û tirkan şekil stendîye (sosyal kontrat). Qanuna Esasî ne xwestîye hêlek civatê bibîne. Tê de hemû rismê civatê tune ye. QE, ne li gor hebûna têkilîyên ku di nabêna hêzên civatê de hene, li ser dengeyan hatîye wûcûdê. Otorîteya Qanuna Esasî ya Tirkîyeyê ne meşrû ye û ne demokratîk û adîlane ye.

Realîteya duyemîn, hebuna kurdan e, – de fackto realty – ye. Qanûna Esasî û sîyesata pir alî, divê li ser esasê -de facto- bimeşe. -De facto- û -de juri – divê hevdu bigrin. Ew ê wê çaxê meşrûîyeta sîstema hiqûqê xwe nîşan bide. Divê hiqûqa sîstema dewleta Tirkiyeyê li gora hebûna kurdan, li gora rewşa civatê xwe adapte bike. Wê gavê QE dê bibe xwedî qîmetek û xwedî berdewamîyekê.

Li Tirkiyeyê, di rewşeke weha de em nikarin behsa " aşitîyê " bikin. Aşitî divê diranên wê hebin. Mabesta min li vir ne ku ez şerxwaz im, na. Ez him li hemberî terora jor ku li himberê ya jêr e û him li hemberê terora jêr ya ku li hemberî ya jor e. Ez herdu alîyan jî mehkûm dikim. Şerê di nabêna dewletê û PKKê de weha bû. Her du alî jî, ji xwe re gelê kurd rehîn sitendibun.

Tekoşîna me û şerê me divê sîyasî be.

Legalbûna tevgera kurdan ne bi tenê eşkerabûna sazûmanên wan e. Rêxistin û partî ne armanc in. Pêvajoya legalbûna tevgera kurdan tê maneya ku pirsa kurdan û çareserkirina wê vekîrî li ber çavan cereyan bike. Ne hêsan e, lê mimkun e. Pirsa herî esasî û armanc:ji mafên kurdan re zemîna statuyek hiqûqî bê bi dest xistin. Bi gotineke din, rewşa de facto bilind be, da têkeve qada de juriyê.

Di pevajoya legalbûna tevera kurdan de hewcedarî heye ku sîyasetvanê kurdan û rêxistinên wan bi girûreke netewî, xwe ji sîyaseta tenêbunê , ji sîyaseta şexsî (private politic) ji otosansûrê xelas bikin.

Divê sîyaset bersiva daxwazîyên minasib yê mimkun ya dema kin û dema orteyî ya civata kurd bide û li gorî tercîhan be. Politika reel, xwedîyê prensîpan be. Sîyaset divê bi argumantên ku dewlet nikaribe li hemberî tê nikribe xwe biparêze, bê dayîn.

Divê sîyasetvanê kurdan û rexistinên wan ne bes li hember kirinên xwe tenê berpisîyar bin. Qerekterê çareserkirina pirsa kurdî kolektîf e, sîyasî û civakî ye. Berpisîyarî şirîkatî ye. Ev helwest wê dijayetî û tengijî (gerginlik) ya nav xwe nerm bike û wê roleke preventîve bilîze.

Divê sîyasetvanê kurdan û rêxistinên wan di nav xwe de, alternatîfeke muşterek û berfirehpeyda bikin, tesîra xwe di meydana sîyasetê da têxe rojevê.

Divê sîyasetvanê kurdan û rêxistinên wan di destê ewil de berpisîyarîya temsîlîya herema ku tê de ne bigrin ser milê xwe.

Divê sîyasetvanê kurdan û rêxistinên wan bêyî ku hevdu înkar bikin, rola hev piçûk bibînîn, bi çavekî nû, bi mejîyekî azad pirsa têkilîya nabêna xebeta îllegal/legal şîrove bikin.

Divê sîyasetvanê kurdan û rêxistinên wan di nav xwe de konsensuseke ji bo krîterên sîyasî ya dema kin û ya dema orteyî, di rêgeha programekê de wek referansa şirîkatîya sîyasî, daxwazên kurdan di pevajoya berendametîya Yekîtîya Ewrûpayê de bidin xuyanîkirin.

Divê tekoşîn ji bo mobîlezekirinê li gor metodên berxwedanên pasîv û bê îttîatsizî ya sivîlî bê dayîn.Berxwedan ne bes tenê bi fîzîkî be, bi otokontirola psîkolojîya mirov bixwe jî be.

9.12.2001