Mustafa Kalpak / kalpak@spray.se

Arþiv

"Duzana nû" ya ku "Pax Amerîka" pêşkêş dike ewlebûyinê temîn nake!

Di dema krîza Kuweytê de senyor Bush behsa " duzana nû" dikir. Naveroka vê gotinê nezelal e . Li dinyê gelek însan umîda xwe bi YN(Yekîtiya Netewan) girê dide û daxwaz dike ku " duzana nû " û pirsên globalî, di bin baskê YN de bê meşandin. Ev " duzena nû" ne unilateral (yekalî) lê multilateral (piralî )û unison (bi ahengî, harmonî ) bê meşandin. Sebebên rawestina ya multirateral hîn hêsan tê fahmkirinê û temînata wê ya ewleyîyê heye. Meşruyetiya netîcên wê di warê hiqûqa navnetewî de hîn bi rûmet tê qebûl kirin.

Şerê li hember Iraqê, Yogoslavyayê, Afganistanê, terorîzma navnetewî û pirsên globalî di vê çarçewa ku min bi kurtî li jor behs kiriyê , îro tê minaqeşe kirin. " Pax Amerîcana" pir cara " arogance" (pozbilindî) û egoyîstî ve tê şîrovekirin. Rola polîsiya DYA(Dewletên Yekbûyî yê Amerika) û çekên wê yên atomî neewlebûniyê çêdike. Proja "şerê li ezmana" bêguman îmkana hakimêtiyê li ser dinyê de xurt dike.

Mirov dikane doktrîna DYA ya eskerî di sê bêşan de bigre: DYA dixwaze şiklek bide sazûmana navneteweyî. Hazir û biryardayî ye da bersîva her babetî ya krîza bide û serekatiya dinyê bike.

Herçiqas peymanên navneteweyî jî îmze kiribe, li gor nerînên sîyaseta DYA zagonên wê yê neteweyî, li ser peymanên navnetewî ne. DYA li kêleka YN de wek alternatif rojevek li gor "American" ava dike. Ev nêrîn perçek ji ideolojiya neteweyî ya "Amerikanism" tê.

"Duzana nû " ya ku "Pax Amerîka" li dinyê pêşkêş dike ewlebûyinê temîn nake

Amerîka peymana mafên mirovatîyê ya aborî, civakî û kulturî îmze nekiriye. Mafên Sîyasî û Hemwelatî yê di 1992 de îmze kiriye). DYA di Komisyona YN a Mafê Mirovan de cî nastîne. Amerîka li dij peymana ABM (Anti Balastik Misil) e. Li gel NMD (National Misil Defence) ye. Li dij peymena YN a Neeskerîbûniya Ezmana ye. Li dij peymana proja globalî yê ku li Koyoto ye hat çêkirin (Gazên ku zerarê li atmosferê de çêdike bê kêmkirin). DYA proja YN a ku ji bo feqîrî li dinyê kêm be an ji ortê rabe de roleke pir pasiv dilîze. Li dij peymana YN ku li dij çekên kîmyewî, bîyolojîk de hatiye sendin. Li dij peymana YN ku ji bo belavbûna çekên sivik hatiye sendin. Amerîka li dij Konferensa Nijadperest ya ku YN li bajarê Durbanê çêkir. Li dij damezrandina Dadgeha Navneteweyî a Daîmî (permanent) ICC (International Criminal Court) ye.

DYA stratejîk serokê NATOyê ye. DYA bi saya NATO yê hegemoniya xwe li Awrûpayê meşrû dike. Bi saya berbifirehiya Natoyê "out of area" hêza quweta xwe li Avrûpa dide qebûlkirin. Bûtça eskeriya DYA hîn jî li gor dema şerê sar e. Li gor SIPRI (Enstîtûya Lekolîngera Aşitiyê 2000 Swêd) li dinyê mesrefên tevayî ku di warê eskerî de tê xerc kirin, para DYA % 37 Bush dixwaze derxe %40. Bûtçeya eskerî DYA ji ya 7 devletên ku ji hêla DYA hedef tê sendin 22 car xurtir e.

Avabûna YN di tarîxa însaniyetiyê de gavêk pir hêja ye. Nirxên ku destûra YN pêşkêşî însaniyetê dike bi qedir û bi rûmet in. Divê ev bê parastin. Tu alternatîfa YN tune ye. Tu alternatîfek din ne kane li dinyê ewleyî û aşitiyê mihafize bike. YN rexistinek merkezî, xwedî mafe (otorîtere) kane mudexela pirsegirekan û naqokiyan ku li dinyê peyda dibin bike û wan bi hawekî çareser bike.

Mafên vetoyê di Konseya Ewlayî ya YN bi cî buyîn û bi kar anîn tê mehna ku tu dewlet nikanibe bi serê xwe ji krîzan re li gor sîyaseta xwe çare bibîne û wan têxe jîyanê. Kesên ku îro biryarên Wasîngtonê yekalî bê minaqeşe qebûl dikin û dibêjin: " DYA bes e, an DYA û Nato bes e, ji bo çareserkirina pirsegirekên li dinyê diqewimin û YN ne pêwîst e " !. Ev kesên DYA wek alternatîfa YN dibînin û ew ne ji tarîxê û ne ji pêşiya xwe fam kirine.

Xurtbûna YN û xwedî otorîterbûna YN di dest endamê YN de ye . Bilhesa di dest endamên Konseya Ewlayî ya YN de ye. Mixabin hin dewlet hene naxwazin YN çareserkirina pirsên globalî de xwedî otorîter be.

Mirov kane rexne li YN bigre û bêje çima vatiniyên xwe bi cî nayine, pasiv e, nedemokratik e, ketiye du şopa DYA û hwd. Ez bi hin rexna re me, lê ne gişan re.

Pirsegirek ev e ku; DYA ne di şopa YN de ye, ne kû YN du şopa DYA de ye. Problem di ajotina sîyaseta DYA ya ku di nava YN de dajo de ye. Eger YN biryara DYA tasdîq dike û selehiyetê dide ku biherike tê mana ku YN nexetimiye û opinio juris, qenateke ku hiquqî di nava devletan da ji bo çareserkirina pirsê de çebûye. Ev baş e. DYA gava bixwaze unilateral diherike û gava mecbur be multilateral diherike.

ji bo ku YN bê reformekirin daxwaz û peşniyarî hene. Mehkema Qanuna Esasî ya YN çima tunebe ? Berî ya ku biryara KEYN ( Konseya Ewleyî ya Yekitiya Mileta) têkeve jîyanê çima ne li gor KE ya YN ve neyê kontrol kirin.? Rîska sîstemek wiha çi ne? Pirseke din heye ku divê KEYN berbifireh be. Çima 5 dewletên daîmî li KE (Konseya Ewleyî) " The Big Five " çima ne 10 dewletên dayîmî? Ordiyeke di bin baskê YNan de çima tunebe?

Hikumeta Kanadayê di sala 2000 de komîsyonek ava kir. Komîsyon li ser hevcedariya mûdexela hûmanîter û parastina serbixwetiya dewletan sekinî.
Di meha Sibatê 2002 da komîsyon bi navê " The responsibility to protect" Berpisiyariya ji bo Parastinê raporek da daxuyankirin. Li gor daxuyana raporê: Divê her devlet mecbûre ku hemvelatiyê xwe li hemberî afatên ku mirov kane pêşî li bigre, eşkenca ya sîstematîkî, qetlîama, xelayê (birçîbûnîyê) wan biparêze. Ku gava ew dewlet bi kapasîta xwe nekanibe an bêdilsoz be ku berpisiyariya xwe bi cîh bîne divê berpirsiyarî têkeve li ser milê YN. Ev berpiriyarî ne bes bi rêya eskerî her weha bi reya ji nûve de avakiraina ew cîhê jî bigre ser xwe.
Komîsyon peşniyarî tîne û dibêje: Pênc dewletên Konseya Ewleyîyê bila mafên xwe yê wetoyê bi kar neynîn, bi şertekî ku biryar ne li dij berjewendiyê wanê pir mûhîm de bê .

Statûya Non - Întervation, nemûdexelekirin (2:7 Destûra YN ) di dema şerê sar de ji ya humaniter intervation, mûdexela kirin ji bo parastina mafên însanetiyê bilintir bû. Pir devlet, ji bo ku mûdexela hundirî nava welatê wan neyê kirin, Humaniter Intervation ê red dikin. (Non – Întervation Contra Humaniter Întervation). Lê îro rewş parîkî hatiye gewirandin an jî qenetek heye ku dibêje: Hêdî dewlet ne mûktedirê her tiştîne . Sînorê devletan hedî ne wek mertal ê. Xwedî dewlet hêdî nemakanin her xerabiyê li ser serê hemwelatiyê xwe de bikin. Îro ev dîtin nîşandana hurmetê ji bo parastina mafên mirovan li ser ya sînora re digre. Ev nêrîn mûnaqeşeyek bi xwe re tîne. Humaniter Intervation ji bo hemvelayiyê xerîb di nava welatekî de wek pirensîbek hiquqî tê qebûl kirin. Lê gava mafê însanên hemvelatiyê devletek bê îhlalkirin wê çawa be? Dibe ku naqokî ya pirsan bes nava devletekî tenê de bi sînor be. Karekterê pirsê dibe ku xwe wek şerê navxwe, afata tebîatê, nexweşiya epîdemiyên giran, birçîbûnî de nîşan bide. Afat çi ji hela sîyasetê û çi ji hêla ekolojiyê de bê meydanê divê peşeroj de jêr çare di bin nerîna berpirsiyariya global de bê dîtin. Îtifakên dewletan ( berpirsiyariya global) çawa û kengê wê bikaribin mûdexela navderek an welatek bikin?. Ji bo ku li vir de mafê însana têk neçe û mafê ÎNSAN " Însaniyetîya me ya tevayî" alenî bê parastin?


Ji bo parastina yekbûna erdê xwe dewlet kanin tedbîrên meşrû, bistînin (juridiction). Lê bi şertekî ku ev tedbîrana (metod) di çerçeva hiquqa navneteweyî de bê meşandin. Tedbîrên dewletê eger aşitiya navnetewî û ya ewleyi tehdîd bike û mafên mirovatiyê hatibe îhlalkirin we çaxê mafê erka(selehiyeta) hikûmraniya dewletê li ser l netewa wî namîne. Bi gotinek din serbixwebûniya desthelatî ya dewletê li ser hiquqa navengiyê radibe.

Gava dewletek nakokiyek serêşiyek di der û dora xwe da derxîne û bibe wesîla reelt tehdîkirina aşitiya navnetewî û ewlerî, Konseya Ewleriya YN tedbîra ("means necesary") digre. Tedbîr sendin di bin berpirsiyariya serektiya ya Konseya Ewleriya YN de ye (24:1). Biryara mûdaxele li gor destûra YN ya xala 7an pêşbinî ya mecbûrî tê sendin. Bi darê zorê " force nececary" jî be divê ev biryar têkeve jîyanê. Hedî mafê ew devletê ku li hember ev biryara hewceta xala mafên nemûdexalekirin bike namîne. (Erîşa li dij Iraq 1991 xwe dispêre xala 7an û niqte 39an ).

Mafê self determination, kedera xwe xwe serbest tayîn kirin ne absolut e, ne sedî sed bê qeyd û şerd tê ye qebûl kirin. Ev maf wek prima facie tê dîtin. Divê mafê daxwaza serbixwetî yê lazime bi miqayesê bi mafêkî din re bê kirin. Ev maf jî: ( 2:4) State right for sovereignty end territory integrity e. Divê mafên devletan yê serbixwetî û sînorên yekparetiya erdê wan bê parastin. Bi gotinek din mafê daxwaza serbixwetiyê li hemberî parastina mafên erda yekparetîyê ye (Self-determination contra territory integrity e) . Îcar ev maf jî di hiquqa navneteweyî de xwedî statûyek bilind e. Ne wiha bûna heta niha xerîta dinyê gellek cara hatibû gewirandin. Ev dîtin di warê daxwaza ji bo mafê devlet bûnî de problemek derdixîne.

Piştî şerê li Iraq- Îranê, aborîya Iraqê zeif ketibû. Bihara 1990 de Iraq, Kuwaytê li dij iraqê bi "sabotajkerê aborî, şerê aborî" îtham dike. Kuweyt ji mîktara ku ser wî dikeve zêdetirîn petrol derxistiye. Li gor Iraq ev bibû sebeba daxistina fîyeta petrolê. Iraq ji xwe tu car Kuwaytê di resmîyetêde qebûl nekiribû. Li gor Iraq nabêna Kuwaytêde tarîxî têkiliyek heye, (Kuwayt di dema Osmaniya de perçek ji herema wîlayeta Basrayê bû.) Ev perçebûnî ji hela kolonyalîsta ve hatibû kirin. Iraq li ser du giravê Kuwaytê heq îdda dikir û hwd. Nelihevkirina heyetên her du dewletan ji Iraq re dibe wesîla dagirkirina Kuvaytê (1990 tebax).

YN bi biryara xwe ya 660 dîyar dike, divê Iraq ji Kuwaytê derkeve. Biryara 661 a ya ambargoyê li ser Iraqê distîne. Iraq îlan dike ku Kuwayt perçek ji Iraqê ye. Perça ya 19 mîn ya Iraqê. YN bi biryara xwe ya 662 dagirkirê îllegal dibîne. Bi dîplomasiyek navneteviya ya bi gur, Iraq mecbur dibe plana aşitiyek peşkeşî dinê dike.

Li gor plana Iraqê: Divê Îsraîl ji Rojava ya Şerîayê û ji Xezayê, Sûrî ji Lubnanê, Amerîka ji Saudîerebistanê derkeve. Plana Iraqê bi şert bu, Iraq ji Kuwaytê derê an na ev jî ne tam diyarkirîbû. Ev plan ji hela YN tê redkirin. Ne dîplomasiya YN ne a DYA ne û ne ê dewletên Ereban, ne ê Sovyetê pere nekir. DYA direkt bi Iraqê re temas kir ev jî netîceyek neda. Di talî de YN biryara 678 a distîne ku Iraq heta 15 Çiriya Paşin (1991) ji Kuwaytê derê. Ya na wê tedbîrên her çareyî bê te sendin.Tedbîr bi darê zorê li gor destura YN ya xala 7an niqta 39a tê sendin. I6 Çileya Pêşîn 1991 de Koalîsyona Antî- Iraqê din serektiya DYA dest bi şer dike (1991) .

Di 28 Çileya Paşîn 1991 Iraq teslîm dibe û 12 biryarê YN qebûldike. Gelê Kurd ji ber xezeba ku din nebîne, bi panîk der û çola dikeve. Zorê dan sinorê Îran û Tirkiye. Li van derana bûn paneber. Rewşek taybetî li ortê bû. Bi saya TV û masmedya dinya dît ku lazim e ji bo Kurdan tiştek bê kirin.
Amerîka li hemberî fikra bi cîh bûna hêzên îtifakê li Kurdistana Başûr bû. Biritanya dixwest di jora Iraqê de herema parastinê " safe havens" ava bike. Medîa Amerîka, li ser pozîsyona li ser nerîna îdara Bush de tesîrek pir mezin kir. Bush mecbur ma bi Britanya û Fransa re li Kurdistanê heremeke humanitarian enclav (ne protektorat state) ava bikin. Ev rewşa hanê li gor hikumeta Swêd wek " Exceptionel åtgärder med ett humaniter syfte i en extra ordinär situation" bu. Di rewşek taybetîde tedbîrên miwaqet bu. Li gor YN, netîcên şer (Xal 7) rewşek wiha derxistiye holê ku hewcedariya Kurdan alîkariya parastinê heye. Mudaxale wek humanîter intervation tê bi navkirin.

Li gor biryara KEYN 688an tedbîrên, provide confort, Hereka Hizur tê sendin. Li gor biryara YN ya 688 divê Iraq hurmetê ji mafên gelê Iraqê nas bike û îcaze bide da ku alîkariya rexistinên humanîter bigîheje her derê Iraqê û kurd kanibin serbest bizivirin li ser erdê xwe. Di paralela 36an de balafirên Iraqê li ser Kurdistanê dê tê qedexekirin. Ji bo statûya Kurdistanê biryarek ku hiqûqî garantiyeke siyasi bide nayê girtin.

Amerîka pirsa Kurdan de rolek avakêr ( constructive) nelîst. Amerîka şerê Xelîcê de li dij Iraq berpirsiyarîya xweya eskerî bi cîh aniye lê ne a siyasî. Yên di şer de qezenç derketine qedera sîyasî jî tayîn dikin. Berpirsiyariya eskerî divê di eynî wextê de bixwe re berpirsiyariya berdiwamiya sîyasî jî banîya.

Armancek wê ya siyasî heba. Li Iraqê sitruktirêk û biryarên navneteweyî ya hiqûqî ku bibe temînata ji bo avakirina aşitiyek dûr û dirêj ne hat meydanê. Koalîsyona li hember Iraqê li paşxwe Iraqek li himberî derve zeîf lê li himberî hundirî xwe xurt hişt.

Ger miqayese li gor Kosovo bê kirin , mirov kane bêje: Ji 1999an vir de Kontrola îdara Kosova bin organa YN, Unmik de tê meşandin. Kfor wek hêzeke aşitî li Kosovo cîh bûye. ( 40 000 leşkerê Natoyê bi cîh bûne) OSCE , Rexistina ji bo Ewleyî û Hevkarî li Awrûpa hilbijartina Kosova îdare dike. Statûya Kosova îro wek protectorat state . KEYN bi biryara 1244an Kosova yê perçek ji Federasyona Yogoslavyayê qebûl dike ne perçeyek Sirbistanê. Rewşa statûya sîyasî û parastina wan ji Kurdistana Başûr gelek pêşdetir e.

Minakek din: Rewşa Rojhilata Timor ê îro di bin baskê YN de wek protectorat stat e. KEYN di 15 Îlonê 2002 de biryara 1294 ji bo Rohilata Tîmor ê digre. Li gor ev biryar : Rewşa ku Rohilata Tîmorê ku têde ye aşitiyê û ewleyî yê tehdid dike. Ji bo vê yekê hêzeke leşkerî, Interfet tê amade kirin. Ev hêz wek Humaniter military intervation li R.Tîmorê bi cih dibe. Armanca ev hezî ji bo ku duzana R.Tîmorê serrast bike.Ev biryar di eynî vextî de xizmete daxwaza sîyasî ya gelê R. Tîmorê dikir. Hêzek wiha li K.Başur de hebana wê kani bu peşî li "şerî birakujî bigirta." A diduya ev hêz dibû temînata ku tu dewlet wê nekani ba raste rast midexalê nava Kurdistana Başur bikara..

Pişt buyerê II Îlonê tecrubeyek nû çêdibe. Heta wê demê li hember terorîzmê tedbîrên sîyasî û polîsî dehat girtin. Şer îlan kirina li dij terorîzmê ji bo ku statuya wan bilinddikir zu zu nedehat girtin. Nakokî ya li hember terorîzmê ji bo ku nizm entensîv naqokî bû, ew aşitîya navneteweyî û ewleyî tehdîd nedikir. Pirsek navdewletî dehat qebûlkirin. Buyerê II Îlonê bi dest "terorîzma navneteweyî" tê meydanê û adresa wî (erîş ne ji hêla devletek tê) ne belû bû. Konseya Ewleyî ya YN di 12 Îlone biryara 1368 digre. Li gor vê biryarê û li gor biryara 1373, ( 28 Îlonê) mafê Amerîka heye bi her hawayî xwe li hember terorîzmê xwebiparêze (xal:51) . KEYN di biryara xwe de eşkera dike ku erîşa terora navneteweyî li dij aşitiya navneteweyî û ewleyî yê suce ke. Derenca naqokiyê bilind entensîv tê hesêbî. Şerê li dij Afganistanê di vî çerçevêda de hiquqiye.

Afganistan Rexistina El-Qaîda xwedî dikir û wan disitiri û diparast. DYA 3 hefta mûhlet ji Afganistanê re dabû ku Bîn Ladîn bê teslîm kirin.  Îdara Bush biryara şer li Kongrê dij terorîzma navnetewî derdixîne. Nato li gor destura xwe ya 5an biryara xweparastina kolektîfî distîne.

8 Oktoberê da Wezarete YA bi yek dengî pîştgiriya xwe bi Amrîka re li gor çerçewa"xwe parastin li gor destûra YN" dike. Di 10 Oktoberê da civîna dewletên Ereba li Qatarê de deklerasyonek didin xuyan ku ew ne li dij şerin. 15 devletêm Konseya YN, 19 devletên Nato, 15 devletên YA, 56 devletên misliman û gellek devletên Asya, Afrîka û Latînemerîka li paş Amrîka bû. Îro ji herkesî betir kêfa gelê Afgana tê ku rejîma Talîbana tek çû. Îro YN avakirina Afganistanê ji serî da girtiye ser xwe.

Îro DYA bi navê "xweparastin ji bo pêşîligirtina erîşên nu" preventive self - defence. An " pre-empetive strikes" erîş birin li ser talukên îhtîmalî (potansiyel). Hineka ji vê re dibêjin "doktrîna Bush". Bush dixwaze şerê li dij " terorîzma navneteweyî " yê fire bike û erîşê bibe li ser dewletên ku Bush hedef nîşan dide. Yek ji van devleta Iraq e.

Terorîzma navneteweyî tehdîdek globalî tê ye qebûlkirin û problemek navneteweyî tê ye hesêb wê çaxê tedbîr û çare jî divê global bê sendin. Amerîka mecbûre alîkariya devletên din bistîne. DYA ji hêla eskerîda xurte lê divê ji hêla sîyasî û dîplomasiyê de jî bi hêz be.

Di hiquqa navneteweyîda ius ad bellum ( maffên ji bo despêkirina şerî) û ius in bello (ajotina şerekî bi rêya bi heq) heye. Ne wiha be li dinyê wê hiquqa daristanê hikum bike. Ne wiha be dewletek bi hêzê xwe ya super çareserkirina naqokiyan li dinyê tenê bi serê xwe , li gor sîyaseta xwe û berjewendiyê xwe wê tayîn bike.

Bi karbûna (preventive self -defence ) ji hêla piraniya endamê YN tê redkirin û ew tê mineqeşe kirin. Wek em pê zanin Îsraîl gellek cara preventive self -defence bi kar aniye û erîşên balafirî ji bo "parastina xwe" biriye li ser devletên der û dora xwe. Turkiye bi ser navê "Teqîba Germ" bi sedemên " Ewleyiya Netevî û Yekparetiya Erdê xwe" kane 30-40km? têkeve nava sînorê Iraqê û midexalê K. Başûr bike.

Sedemên ku Amrîka dixwaze li dij Iraq şer bike çi ne? Îdara Bush dixwaze Saddam biçe. Çawa?

Piştî şerê li dij Iraqê kapasîta wî ya eskerî "ackt of aggression" hat şikandin. Li gor rapora Mûfetîşê Komîsyona Çawderî ya Iraqê, Iraq vatiniyê xwe bi cîh tîne (1998). Îdara Clînton gava hikûmetê teslîmê Bush kir temînetek dabû ku Iraq hêdî ne dewletek ku tehdîd bike ye.
Li gor Iraq hin endamên komisyonê bi ser navê CIA yê dixebitî ji bo vê yekê komisyonê (Unscom) qewûtand. Iraq bû çar sale ku biryara YN ya ku çekîn Iraqê jê hêla komisyonê vê bê kontrol kirin bi cî nayine. Ne bicîh anîna ev biryar bixwe kane bibe sedema şerî?. Ne bicîh anîna ev biryar di heremê da aşitiyê reelt tehdîd dike an na? (" Haig Intensity Conflict").Bersîv erê be. Divê biryarek ya YN pêwîst be hebe. DYA kani be ku îspat bike Iraq di paş bûyerên 11 Îlonê de ye rexistina Al Qaîda fînanse dike û wan li ser erdê xwe da dihewîne wê çaxê mafên xala 51 yeka û pre-empetive action ê kane têxe dewrê û ew kane bibe wesîla şerî li dij Iraq. Livir de DYA kane xwe bispêre biryarên KEYN yê ku piş II Ilonê têne girtin(1368 û 1373 Îlon 2001). Mafê Amerîka heye bi her hawayî xwe li hember terorîzma navnetewî xwebiparêze (xal:51) .
DYA ne pewîste biyarek nû ji KEYN derxîne, li gor destûra Natoyê, Nato jî di
vê erîşê cîhê xwe digre.

Hefta peşîn ya Sibatê 2002 li dinyê du konferansên girîng çê bûn. Konferansa Mûnîhê ji hela wezîrên parstinan Amerîka, Avrupa, Rusya û hwd bi navê Konferensa Sîyaseta Ewleyî hatibû çekirin. Konferensa ya duemîn ji sexsiyetên gellek bi nav û deng, bi navê World Economic Forum li New Yorkê hat çêkirin. Herdû konferans jî bala Amerîka kişandin ku ew bi serê xwe hereket neke.

Civîna dewletên Ereba ku li Beyrudê pêk hat (Adarê de) li dij şerekî wiha ye. Ne bes dewletên ereba û her wiha dewletên yên din yê mislimanan jî bi herhalukarde nerazîbina xwe jibo şereke wiha de nîşan sidin. Rîskên wî didin daxuyanî. YA, Yekitiya Awrupa ji şerekî wiha re neraziye. YA,
selehîyetek ji YN daxwaz dike. Naqokî di nabêna sîysseta DYA û YA de ji bo pirsên globalî de çaredêtin zêde dibin.

Bush alîkariyeke ji dewletan ji bo şerekî li dij Iraqê bide ne kanibûye bistîne.
Îcar DYA bi serê xwe rabe şerî li dij Iraqê bide û bi teknolojiya xwe ya bilind û xurt û relatîv hînî erzan wek " şerê virtuel" "bombê çavvekirî" birişîne (bê kû tu neferekî wî bê kûştin an bê birîndarkirin, "The Zero Dead Doctrine") û sîyaseta wî ya proîsraîl dom bike (nava gelê mislimande şerekî li dij îslam wê bê fahmkirin) hin rîska wê bi xwe ra bîne:

1. Wê hebûna YNan pûç bike.
2. Wê terorîzma navnetewî ya îslamî xurt bê aferandin. – Şerekî wiha rîska wî heye sîyasî-Îslamizm di nava dewletên ereba û dewletên misliman yên din de xurt be û rejîmên xwe tehdîd bikin.
3. Sîyasetek wiha muhtemel pêşeroj de "şerê nû" li peşberî DYA derxîne. Ev şer wê bi girûbên terorê xwe wek navnetewî ad hoc grûp ji bo kiryarekê xisûsî terorê operasyonê dike û xwe diwelişîne) nîşan bide.
4. Şerekî wiha de rîska ku Iraq li hember Îsraîl ( ku hebe) bombên kîmyewî û bîyolojîk û îdara Şaron jî robotên bi nûkler( atomî) li dij Iraq bi kar bîne heye.


Li gor rojnamên Amrîka Bush di despêka 2003 da di nabêna 70 000-250 000 eskera wê di heremê de bi cî bike. Baweriya ku Saddam wê bi darbe kî ( ên teşebûs kirine hatine kuştin) an ji hêla tevgerên muxalîfên navî ku tekilî ya wan bi DYA bi heye wê bê xistin tune ye.

INC, Kongra Neteweya Iraq (pro-American, PDK û YNK endamê INCê ne) dixwaze modela Afganistan li Iraq bê bi kar anîn. Lê DYA rola wan marjînal dibîne.
Şahînê Pentagonê û hîn nûnerên Kongrê peşniyarîya INCê di ci de dibînin û wan diparêzin. Lê îdara Bush, Dezga Xariciyê û CIA kapasîta INCê û hêza wan re bawerî naynin ku wê kanibin Saddam ji îktîdarê daxînin.

Heyetên DYA (CIA, Dezgên Têkiliyê bi Derve re, Dezgên Kar û bare Parastinê) bi muxalifên dij Saddam re tekiliya xurt kirine. Vê havînê çend civîn çebûn di nabêna wan de. Li gor agahdariyên rojnaman naveroka van peyvendiya li ser alternatîvek îdara pişt Saddam wê çawa be . Pirsa Kurdan jî di konferansa ( "Iraqs Kurds A key to stability in Iraq" ) hat peyîvîn.

Kurdistana Başur îro li hember erîşên Iraqê ji hêla hêzên hevkariyê tê parastin. Lê rewşa statûya Kurdistanê hîn ne diyar e. Pirsa Kurda bûye pirsek navdewletî lê ne bûye pirsa YN û mafên wanê sîyasî di navnetewî de ne xwedî statûkî ye. Tayînkirina qedera sîyasetê ji dest xwediyê wî derketiye. Sîyaset neserbixwe ye.

Şerekî wiha ji bo Kurda rîskên wî çi ne? Şerê ku bi dest Emrîka tenê li dijî Iraq bê dayîn wê di qedera gellê kurdan de çi gewirandinên nû a yên baş peyda bike? Û îhtimala şerekî wiha kîjan pirsên kurdan wê li başûr bêye halkirin?. Niha du îdare li Kurdistanê heye. Kurdistanek federalî tê xwestin, federal dewletek çawa? Garantiya wê dê kî bide?.

Îdara paş Saddam çawa ne?

Bersiva vê pirsê sîyasetvanê Kurdên Başûr bidin wê hîn çêtir be. Divê YN Ji Iraqê daxwaza biryara YN ku Iraq rê bide Komisyona Çavderîn Çekan(Unmovic)di Iraqê de bi ci be û dest bi karê xwe bike. Dibe ku Iraq mecbur bimîne Unmovic ê qebûl bike û demek şunda Unmovic karê xwe biqedîne û raporek bide YNa ku li Iraqê hedî çekên atomî, misîlên menzîldirêj, kîmyewî û bîyolojîk nemane. Wê çaxê li gor biryara YNman ambargo tê helandin. Gava Iraq tev biryarên KEYNji bo Iraq hatiye sendin bi cîh bîne. Ew çax rabûna parastina seha 36an jî wê aktuell be.

Rewşa Kurdistana Başur wê çibe?

YN biryara lêdan an nelêdan, kîjan biryar digre bila bigre:
· ji bo statûya û ewleyiya Kurdistanê, ji bo stabilîta heremê hevcedariya biryarek nu ya sîyasî ji hêla YN bêdiyarkirin pêwîst e.
· Kurd hewcedariya hezek eskerî " Humaniter Military Intervation" ne. Divê ev hêz ji hêla YNan li Kurdistana Başur de bê bicihkirin. ( Gellek hêzên YN li cîyan vazîfe sendine û distînin. Li sinorê Iraq û Kuvaytê de Unikom. Unprofor li Yogoslavya yê, li Bosnayê , Interfet li R. Tîmor, Kfor, li Kosova ûhw cîyê din) .
· Divê KEYN ji Iraqê biryarên YN gişa bi cîh anînê daxwaz bike. Gava rejîma Iraqê ev şertena kir divê reya operasyona eskerî jî venebe.

Lê bide an lê ne de; ji bo selametiya Kurdan, heremê, û a ya dinyê divê di
bin baskê YN da bê meşandin.

Îro Krd li Iraqê xwediyê ordiyekî ne. Hêvî dikim rêxistinên Kurdan biryarên xwe ne ji bo berjewendiyê yekê din bidin. Derheq qedera mileteke biryar dayîn berpirsiyarek mezin dixwaze. Hêvî dikim rêxistinên Kurda ji bo berjewendiyê gelê kurd Peşmergetî bikin. Ev xelk gellek cefa kişandiye. Bes e êdî.

Ilon 2002