Mustafa Kalpak / kalpak@spray.se

Arþiv

Hin nêrîn, pirs û pêþniyar ji bo Civîna Tradîsyona Demokratên Þoreþger

Tiþtên ku me îro haniye ba hev aîdîyeta PDK-T/ KIP/DDKD ye. Programeke sîyasî, destûreke rêxistinî, îdolîjîyeke tevayî, programa aksîyoneke mobîlîzekirinê ye, ne ku nîþandayîn ji bo sadikbûnîya serokek an serokatiyekî ye.

 

Em di asansorêkê de ne û hildikþin jor em ê di kîjan qatê de derên an heta kîjan qatê hilkiþin ne kifþ e .

 

Civîna Awrupa û civîna 2-3 Îlonê li welat li gor bangê dicive û hê ”civînên bên ba hev” hene. Civîna Awrupa biryara berdewama ” civînên muþterek ” girtîye. Îhtîmala mezin civîna 2-3 îlonê jî dê di vê warê de biryarekê bistîne, heye. Netice wiha be ev prosesa ku em tê de ne bi naveke din û bi þiklekî din dê bê berdiwam kirin û wê têkeve merheleke din.

 

Piþtî civîna Welat êdî em dikevin merheleke nû. Merhela Bangê, bi tabbiî dawî lê tê. Ji vir þûn de ” aîdîyet û tradîsyon ” tenê wê qîm neke ku me bîne ba hev. Xalên ku di eslê xwe de me bîne ba hev, wê ji vir þûnde dest pê bike.

 

Hevcadarîya þopandina pêvajoyan heye. Xeter e ku pêvajoyek xelas nebe dest bi pevajoyeka din bike. Hewcedarîya têgihîþtin û nirxandina pirsên pêvajoyan û merhelan hene. Divê ser pêvajoyan û merhelan baþ bê sekinandin û mineqeþekirin. Helbet ev pirs wê platformên herêman de li ser dûr û dirêj bê sekinandin. Civînên mezin yê îrada giþtî, zêdetirîn wê li ser pirsan xwedî biryar be. Lê, beriya her tiþtî hewcedarîya tespîtkirina û destnîþankirina pirsan heye. Rojên pêþ, dê wê li ser vana bê sekinandin.

 

Ji vir þûn de selahîyetên Demokratên Þoreþger yê heremî dest pê dike. Herêm desthildar dibin. Bingeha xwe birêxistin kirin, mafên ku bibin xwedî þexsîyeta destûrî –hiqûqî- derdikeve pêþ. Merhela qarekterê kolektîvî dertê holê. Þûna beþdarîya civînan de, dewra endametî tê. Temsîlatîya nûnertî dest pê dike. ( Di vî merhelê de metodên Demokrasîya dîrekt û ya temsîlî paralel tê meþandin) Prosesa ”civînên bên ba hev” ji ber bi jêr ve ber bi jor de hildikþe.

 

Xwe bi rêxistinkirin wext dixwaze. Mirov divê bîn fireh be.Li ser çi esasî xwe bi rêxistinkirin hîn nezelal e.( Organîzeke serbixwe, ji nûve an nû. Organîzeke hevbeþ, ji bo yekitîya niþtîmanî). Helbet wê li ser van pirsan jî wê bê sekinandin.

 

Hêvî dikim civîna Diyarbekirê xwe nexe merkeza biryarên sîyasî û biryarên giran nestîne. Civîn helwesta xwe nexe þûna îrada giþtî û xetên giþtî tayîn neke. Biryarên ku tê sendin civînê di pratîkê de ber bi hêzeke akamdar ve -”pratikte etkin bir güç olma” – biherikîne û mobîlîze bike hîn maqûl e.

 

Civîna DDKDlîyên li Awrupayê ” daxûyanîyek bi navê Civata Demokratên Þoreþger a Kurdên li Awrupayê weþand. Di daxûyanî de hin tespîtên sîyasî hene.

 

Xebata me ya ku xwedîyê mîrasa PDK-T (Partî Demokrata Kurdistan li Tirkiyeyê) ye ku di bin pêþengîya Dr. Þiv an de hatibû damezrandine, dom dike” hatîye nivîsand. Ev tespît ne li gor dilê min jî be ji bo min ne astenge ku ez di nav vê hewildanê de cîhê xwe nestînim. Ev tespît ne pirsek beçareserîyê ye .

 

Lê problemeke derdixîne li pêþ me . Divê çareser be.

Problem çîye?

 

1- Ev tespît di gotin û kiryaran de bêahengî çê dike. Ji alîyekî de em dibêjin “ hatina me ya ba hev ” ne reorganîze ye” (bê ku li ser bê fikirandin ev rê ji alî hin kesan ve hatîye redkirin) û ji alîyê din de tespîta li jor û navê Demokratên Þoreþger bi kar anîn, sergêjîyek derdixîne. Li gor dîtina min ev tespît zû hatîye kirin. Ev tespît, bi zelalbûna birêxistinbûyîneke çawa ve girêdayî ye. Em hê ne girup in û ne jî xwedî rêxistinekî ne. Me hêj biryara xwe bi giþtî nedaye ka em rêxistineke bin an na?

 

2- Civîna Tradîsyona Demokratên Þoreþger jî li welat, xebat û hevildanên xwe bi tradîsyona PDK-T û Dr Þivanî re girê bidin û bêjin: ” Ev xebata me hîn dom dike” wê gavê bingeha rêya avakirina xebata xwebirêxistinkirina reorganîze vedibe. Dosyên PDK-T /KIP/DDKDê ji nûve vedibe ( ji xwe qet venebûye) û ji nûve li ser tê nirxandin û þîrovekirin. ( Ev karê komisyonan e )

 

Tespîtên polîtîk wek ” tevgereka vekirî û pirdengî, mafê çarenûsî, reya aþitî ” heye di daxûyana Avrupayê de. Ev ne bêje ne; nêrîn in, dîtin in.Hevcedarî navaroka wan bê dagirtin û bê zelalkirin, biryar li ser bê girtin heye. Prosesa pêþîya me de hevcedarîya li ser van xalan û hin xalên din bê sekinandin heye.

 

Asansora ku pê em hildikþin jor, bê keza û bela di rêya xwe de biherike, elbet wê pêvajoyên pêþ de li ser pirsên girîng wek: a) Programa sîyasî/armanc û hedef b)Destûra rêxistinîyê/disiplin, hiquqa rêxistinîyê, modela rêxistinîyê c) Mobîlîzasyona tevgerî /metodên tekoþînê ç) Serok, serokatîyê d) Îdolojî e) Aborî jî bêsekinandine.

 

Ji niha de herêm li ser xalên girîng bisekinin û hin xalan ba xwe zelal bikin an ber bi zelalî ve biçin wê karê Civina Mezin ya Giþtî hêsantir bike. Biryarên girêdayîn, di civîna hevbeþ ya giþtî de tê girtin.

 

Bê guman, Civîna Tradîsyona Demokratên Þoreþger xwedî hîn mafan e ku li ser wan biryara bistîne heye. Biryar jî zêdetirîn li ser warê birêvebirinê û pirsên teknîkî ye. Li ser tespîtên sîyasî yên standart û daxwazên standart de xwedî mafe ku wan destnîþan bike.

  • Gelo navê Demokratên Kurd an Civata Demokratên Kurd hîn ne minasibe di þûna Tradîsyona Demokratên Þoreþger da bê bi kar anîn? Bi navê tevayî re girêdayî, navê herêm jî bê bikaranîn (yöre adý ile anýlmak) wê baþtirîn nebe gelo?. Wek nimûne: Demokratên Kurd li Diyarbekir an Civata Demokratên Kurd li Diyarbekir, Wan, Mêrdin û hwd.

  • Civîn, her bajarî wek herêmek kane binirxîne û nûnerên Komîta Birevebirina Civîna Mezin li Welat ji herêman hilbijêre û têxe dangdanê. Heman vextê de ev Komîte wek Komîta Ravêj ya Welat (seçim Kurulu) jî kane bê qebûl kirin. Civîn, kane desturê bide ji bo rojên pêþ ev komîte kanibe nûnerên komîsyona kifþ bike .( Ji bo vê yekê, komîte ji herêman navên minasip kane daxwaz bike û demek þûnde ev navana pêþkêþê Civîna Mezin bike . Komîta Awrupayê, wezîfa Komîta Rawêj jî li Awrupayê kane bimeþîne)

  • Civîn, destûra amedekirina civînên mezin, tespîtkirina cîh, tarîx û rojevê dikane bide Komîta Birêvebirina Civîna Mezin. Komîta Birêvebirina Civîna Welat û ya Avrupa bi hev re karin Komîteyeke Kordînasyonî çêkin. Civîn, kane destûr bide Komîta welat bi Komîta Avrupayê re li ser van xalên jor koordînasyoneke çêbike.

  • Civîn kane destur bide herêma ku xwedî selehîyet bin û wan deshildar bike ku her herêm kanibin birêvebirên xwe hilbijêrîn, destûra navxweyî ya civînên xwe amade bikin, endamên xwe tespît bikin û fondan (pere civandin) vekin.

  • Civîn, bo daxuyanîya civînê, Komîsyona Daxûyanîya Civînê hildibjê û daxûyanê dixe dengdanê.

Ji civînê re serketin û serfirazî daxwaz dikim

 

Mustafa Kalpak

Beþdarê Civata Demokratên Þoreþger a Kurdên li Swêdê

 

01/09/2006