Bûyerên li Amedê
Peydabûna van buyerên ku di xunê de gevizîn, li ser kuþtina çarde
nijdevanên, gerîlayên PKKê qewimîn. Ev çarde nijdevan li çola Muþê hatibûn
kuþtin.
Þeva ku 27 a bi roja 28 ve girêdide li Amed ê herkes ponijîbû. Ji ber ku
herkesî dizanîbu dê li Amede tevîlihevi peyda bibe. Lê tu kesî guman ne
dikir ku buyer, bi vê sosrete bi qevîmin. Bi rastî Amed ser û bin bû.
Bi a min ger desthilatdarên Amedê; Serokê þehredarîya mezin, Walî û
Gerandarê Mudurê polîsa roja 28 a di 27 da ditîbûna bûyer, bi vê sosretê wê
neqewimîna. Wezîfa ev hersê desthilatdarên Amedê, paraztina gele Amedê û
îstîkrara Amed ê ye.
Di 27.03.2006ê de li Amedê belavok hat belavkirin. Naveroka
belavokê ew bû ku tu kes warê ku têde kar û bazara xwe dike divê veneke. Dayik û bav biçûkên xwe neþînin dibistanan, ciwan neçîn dersan, ji ber ku ji çarde
nijdevanên kuþtî, çar nijdevan dê li Amedê werin veþartin. Ev eþkere dikir
ku dê buyer biqewimin.
Lewra dihat zanin dê esnaf dikanên xwe vekin. Wekî ku dihat zanin
Amedî wekî her roj, siba 28 jî çûn karê xwe û dikanên xwe vekirin. Û li ber
karxwanên xwe runiþtin. Li alîyê din çar nijdevanên kuþti li camyîa Medînê
dihatin þûþtin. Piþtê þûþtin û limêja mîrî her çar nijdevan li goristana gunde
nu hatin veþartin.
Piþtî wergera ji goristanê ew girsa mirovan wek pêl, bajêr da ber xwe.
Ewil taxa Kanîya Zuwa, Rezan, Ofîs û naveroka bajarê kevin ketin bin kevirên
zarokên deh û çarde salî. Zarakan kevira bi perwa davêtin.
Rojeka tarî û nexoþ bi ser vî bajarê kevnar e û navendî de hatibû. Her
kesî dikanên xwe girt û bi ber malên xwe meþîyan. Di demek kin de her kes di
malên xwe de, li ser dirika runiþt. Li ser dirika runiþtibûn, ji ber ku
guman nedikirin dê encam çi bibe.
Eþkere bu ku desthilatdarên Amed ê, gele Amedê neparaztin.
Piþte Amed bi tirîloyan lîra zedetir weran û talan bû desthilatdar
derketin hole. Polîsa çek bikaranî, heft kes hatin kuþtun bi sedan kes jî
birîndar bûn. Di nav kuþtîan de zarukek heþt salî ji hebu.
Piþtê vê weranê, talanê û kuþtinê Walî çapemenîyê civand û daxuyanî da.
Þehredare sehredarîa mezin Osman Baydemir jî, derket kolanan. Ji
Xwêpeþandane ra diyar kir ku ew vekiþin malên xwe.
Le ev tiþt wekî "piþtî bûyere, he li min kezî kur e" bû. Buyeren awarte
pek hatibun û rûn çûbû ser naneê ku li hemberî demokratîyetê û aþitîen e.
Serokwezir Tayyip Erdogan li dervyeî Tirkîyê bû. Zivirî hat Tirkîyê û
Li Enqere daxuyanî da çapemenîye got;” em, ji ana de dibejin kî bikeve xwepêþandana biçuk dibe, pîrek dibe û mezin dibe çi hewce be dê were kirin. Girîna we ya paþ bûyere dê pere nake. Kî ku naxwaze bigrî, bila li biçuk û pîreken xwe xwedî derkeve. Em eþkere dibejin, di xwepeþandanan de em ti cudabûn nekin nav terorîya û jin û zaruka. Nehelin bila zaruk û jinen we bi kevin bin bandora PKK ê.”
Serokwezîr, Tayip Erdogan berîya bi heþt heyva jî li Amedê daxuyanîek
dabû, gotibû ku di Tirkîyê de Kurd dijîn û pirs ji heye. Ev pirs pirsa me ye
em ê vê pirsê di çarçova demokratîête de çareser bikin.
Bele demoratî tiþtek gelek heja û girîng e, alîyên ne li hev, li hev
dikin û aþ dibin. Le belê ne ku ji demokratîye paþ de gav avetine. Dive ku
di her þert û mercî de demokratî ber bi firekirinê, geþkirinê û wek avayî
ber bi xurt kirine ve here.
Bi a min ev hersê desthildarê sereke yê Amedê li kare berxwe xwedî
derneketin û bûn sedema ku Amedî di bin barana keviran de bimînin û di nav
xwunê de bigevizin.
Dibe ku hin kes ji min re bêjin ma çi qewimî li te lo, tu di nav xwuna heft
kesî de digevizî an di fetisî. Bele ez di xwuna yek kesî de jî digevizim û
difetisim. Ji ber ku jîyana mirov ji her tiþtî giranbuhatir û mezintir e. Ji
ber ku tu kes nikane mirovek bi afirîne an jî mirovek mirî þunda bîne
Lê mirovek dikane gelek tiþt biafirîne, ji bo xizmeta mirovatîyê.
Ev sedsal, rêxistinen ilegal jî dê ser û bin bike. Ev dem dema xebata
meþru û eþkere ye, çi dixwazî bixwaze eþkere û bi mêrxasî bixwaze. Bê çek û
kuþtin doza xwe bimeþîne. Ev roj ti tiþt di bin erde de veþartî nemaye û dive nemîne jî.
Ev roj pirsgirekên bi taybeti û pirsgirêkên pirsa çarenivisî bi tekoþîna
çekdarî nayên biþkaftin û çareser nabin, ji ber ku piþtgir û alîkarên
tekoþîna çekdar nemane.
Sermayedarê dinyayê yên ku sermayên xwe kirine seneayîa çekan û afirandina
çekên nû hedî hedî semayeên xwe ji ve seneayîye dikþînin. Dikin senayîa ku ji
mirovatîye re xizmet dike. Ev seneayî jîyana mirova hêsa dike û peþve dibe.
Weki ku Marx dibeje ev sermaye û sermayedaren har û dijwar ku ji
seneayîya çek vedikþin. Ew jî edî þer naxwazin û li hemberî þer in. Ji ber ku
tiþtên ku nu diafirînin, dive ku bete firotin..!
Êdî dîktator nikanin li milete xwe û li mîlete der û dora xwe zilme û
tadê bikin. Lewra mirovayetî vî tiþtî êdî qebûl nake. Metîngehnêr jî, wekî
berê nikanin welatê mileten din bi darê zorê bigirin û talan û tayan bikin.
Kes êdî vê yekê jî qebul nake.
Di rojhilata naverast de, welate Kurdan perçe perçe hatîye wergirtin Kurd
ve yeke qebul nakin. Kurd bi tekoþîna meþru, bêçek û hemdemî, dava
mafen xwe yê neteweyî dikin.
Heremî baþur di Iraka federal de desthilatdarîya xwe bi dest xistîye.
Avayîyên xwe yê federasyonî damezrandîye..!
Haremî Bakur jî dixwaze pirsa xwe ya çarenivisî bi xwe çareser bike.
Desthildarên Dewlete Tirk ji divê bizanin û qebul bikin mafê Miletê Kurd
heye, ku li ser axa xwe bibe desthilatdarên xwe. Ev mafe Milete Kurd di
hiquqa nav neteweyî de jî meþrû û huquqî ye.
Dîsa divê ku desthilatdarên Dewleta Tirk bizanin ger dawa Milletê Kurd
çareser nebe demokratîyetî di Tirkîyeyê de peþ nakeve. Tirkîye wek dewletên dinyayê yê peþketî peþ nakeve û nabe dewletek hemdemî.
30.03.2006
Amed
|