Rêxistinek Çewa
Ez xebatên Guruba Neteweî û Demokratîk a Kurd bi rûmet dibînim û di
ecibînim. Ji ber yekem care kû di heremî Bakur de ev cura xebatê pêk tê.
Partî însîyatîf gurup û kesayetîên Kurdperwer, li dora prensîba
çareserkirina pirsa carenivîsî hatine bahev. Dixebitin û dixwazin avaîek
sîyasî a neteweî bihevre, biwere, her kurdperwerîe re bihonin û di encama
ve pevajoê de damezrînin.
Ku ev avaî, hemî partî, însîyatîf, gurup û kesayetîen Heremî Bakur, di nav
xwe de bi cîh bike.
Evê xebatê, komunîst, sosyalîst, olperest ê kurdperwer û lîberal bi hevre
dimeþînin. Ev nêrînen cihê cihê, payda xwe ji rastîya neteweî digrin. Di
encamêde dê Gelê Kurd, biryara cura çareserkirina pirsa çarenivîsî a xwe
bide. Ji ber ku di tevaîa dinê de, biryara encamê, gel didin. Di dinê de gelek
mînak hene, wek mînaka herî nêz (24.05.2006) mînaka gelên KARADAGê ye.
Di nav her gelê dinê de nêrîn û bawerîên cihê cihê hene. Kurd ji wek her
neteweî dinê, xwedîê nêrîn û bawerîên cihê cihê ye.
Ev xebat di heremî Bakur de yeken care dibêjim. Ji ber ku nêrînên ku hatine
gelhev. Yekem carî eve. Ne ku di heremî Bakur de, xebatên yekîtîya sîyasîya
gelî Kurd ne bûye.
Bê þik gelek car bi taybetî, ji 1980 ê virve, gelek hewildan û civîn pêk
hatine. Ên hatine bahev, ji bo avaîya sîyasî a neteweî. Perspektîfa nêrînên
wan, li pirsa Neteweî Kurd gelek nêzî hev bu. Bi taybetî perspektîfa nêrînên
wan, li dîne yek bun. Ev rexistin û gurup ji edeta çep di hatin.
Bi a min di kîja nêrîn û bawerîê de dibe bila bibe divê her Kurd, alîkarî û
piþtgirîya vê xebatê bike. Her Kurd bi rêxistin an bê rêxistin, alîkar an ne
alîkar, dê xwe di payda a vê xebatê de bibîne.
Gidî bira û hogira, bi nêrîn û peþnîyaren xwe reya gûrûba xebatê ronî û
berfire bikin. Bi piþtgirî û tevlîbûna xwe xebatê geþ, gur û xurt bikin.
Birêzan pêvîste ku em xwe ji ezîtîye rizgar bikin. Ezîtî neyarê her
qencîyêye, neyarê yekîtî û tifaqeye jî.
Wekî ku herkes dizane yekîtî ji dil biçuk bûnê û ji fedakarîye pêktê.
Pewiste, dive em, desthilatdarî û peþengîya hev qebul bikin. Lê desthilatdar
û pêþeng, þaþ û maþ nebin. Nebejîn gelo ez bum çi, ez çi zana û merxwasim
lo. Divê zanîbin, gel ji her tiþtî û ji her kesî mezintir û giranbuhatire.
Desthilatdar û peþeng, hîç ji bîr nekin xizmetkar û xulamê milletin.
Ev avaîya sîyasî ku em bi hevre dixwazyn bi honin û damezrînin divê eþkere û
zelal be. Lewra ev sed sal dê avaîyê bin erd û þolî, ser û bin bike.
Ev avaî bi reng û nêrîna xwe pêviste netewêî be. Xeynî nîjadperesta û
nîjadperestîyê, her partî, însîyatîf, gurup û kesayetîên Kurdperwer hemêz
bike..!
Demokratîyetî bo xwe, bingeh qebul bike. Endam, ne endam, her kes nêrîn,
pêþnîyar û rexneên xwe bi awakî azad, be tirs û xof; eþkere û dîyar bikin.
Azadîya kesayetî û bilindkirina jîyana morovî di navaroka xwe de bi cîh
bike. Lewra ev qirin, qirnê demokratîyetî ê û morovatîyê ye.
Têkoþîna çekdarî û çalekîyên terorî red bike. Bi a min, ev roj netewên ne
azad û mêtîngeh, bi têkoþîna çekdarî azad nabin. Di ve demede, çalekîyên
terorî û tekoþîna çekdarî, bi zelalî ji hev nayene veqetandin. Herkes li gor
xwe þîrove dike..!
Tekoþîna girîng û herî zu encam digire, tekoþîna bi rêxistinî, meþru û
dîplomatîya nav neteweî ye.
Ev xebata ku em hemî bi hevre dikin û em dixwazin avaîya sîyasî a neteweî
damezrînin, dive bi van prensîba bête honandin.
Her avaîên sîyasî, bi program û tuzukin. Ger program, bersîva çareserkirina
pirsa çarenivisî bide û di hûkûka nav xweî de bi ser û ber be, navê vê
avaîya çardaxî çi dibe bila bibe. Bo min ne grînge. Grîngî û giranbuhatî, ji
program, hûkûka nav xweî û ji hûkûka nav neteweî peyda dibe.
Ev nivîs ji bo cîvîna Kiziltepe amade buye.
Amed
27.05.2006
|