okaravil@hotmail.com
Hilbijartina 22 Tîrmeha 2007
Bi a min ev hilbijartin, hilbijartinek awarte ye. Di vê hilbijartina
awarte de pêwîst e ku Kurdên Bakur bi helwest bin.
Dil dixwest an dil dibe ku hemî Kurdên Bakur ba awakî blok
tevbigerîyana. Lê wekî ku hertiþt li gorî dilê meriv pêk nayê. Di
Bakur de ji bo ku blokek Kurdî pêk neyê DTP bi endamên serbixwe
beþdarî hilbijartinê bû. Xeynî ji xwe paxaw bi ti partî û gurubên Kurd nekir.
Bi a min ev helwesta DTP, li gor sîstem û pirensîben DTP, helwestek
Rast e. Her çiqas Hak-Par û KADEP dixwestin bi DTP re tifaka hilbijartine pêk
bînin jî. DTP wan nedît. Heta paxaw bi fikrî pêþnîyaren wan nekir.
Ez wekî kes li hemberî tifaka, bi DTP rê bûm. Û ev roj jî li hember im.
Ji ber ku, bi a min DTP ne partîyek Kurdî ye. Bi gotinek din DTP ne
partîkî Kurd e. Ger DTP ji sedî sed ji Kurda hatibe damezrandinjî partîkî
Kurd nîne. Wekî her partî, DTP jî bi program û prensîben xwe ,
çareserkirina pirsa Kurd bo xwe nekirîye armancek sereke. Çareserkirina
pirsa Kurd, di nav çareserkirina demokrasîye di Tirkîye de dibîne. Wek DP,
CHP, AKP,....hwd. Partîyek Tirkîyeyê Di bername û xebatên van partîyan de jî
li gor xwe çareserkirina pirsa Kurd di Tirkîye de heye.
DTP ê betir nêzê CHP ê ye. Bi a min di Bakur de nunêrê Kemalîya ye.
Têkoþîna entegrebunê bo xwe kirîye armanc. Û di vî warî de xebat dike.
Serokê hevbeþ ê DTP ê Aysel Tuðluk Xan bi vê nivîsara xwe ya dawî ku di
rojname Radikal ê de weþandîye bi eþkere dibe, dive ku Kurd bi Tirka re
entegre bibin. Bi gotinek din, Kurd wek hem welatî bi Tirkara wek kes bijîn.
Ez ji ber van mebesta û hwd, DTP partîyek Kurd nabînim û di bloka Kurd
de jî cîh nadimê.
Di cîvînen Hak-Par ê de ez, li hemberê tifaka bi DTP re derketim. Tevî
ku Hak-Par û KADEP ê xwe amade kiribûn ku bi DTP ê re tifaka hilbijartinê pêk
bînin jî, lê DTP ê bi wan paxaw nekir... Bi a min helwesta DTP ê helwestek
rast e. Ji ber ku li gor program û prensîben xwe tevgerîya.
Helwesta Hak-Par ê û KADEP ê ne rast bû. Ji ber ku ew li gor program û
prensîben xwe tevnegerîyan.
Divabû ku Hak-Par û KADEP, ji derveî DTP ê li blokeka Kurd bi gerîyana.
Ev herdû partî bi taybetî Hak-Par ê dikaribu pêþengîya ev ê
blokê bike. Jý ber ku di Heremî Bakur de gelek gurub û gelek kesayetîyên
kurdperwer hene.
Ne tene KADEP û Hak-Par gurubên din jî ji bo damezrandina blokek
nexabitîn û ev roj blokek Kurd tuneye. Kurden Bakur, di Tirkîye de, di
warê helbijartinede bê helwestin .
Divê, ku Demokratên Þoriþger bi helwestbin!
Bi a min Demokratên Þoriþger, dive ku bi pragmatî tevbigerin. Ji bo
xebata neteweî di Heremî Bakur de pêþkeve û berge lê fire bibe.Yanî bo
menfîeten xwe ê netwêî tevbigerin.Û helwesta xwe bigirin.
Bi a min ev roj ev helwest, bi rayên xwe piþtgirîya AKP ê ye.
Ji berçi piþtgirîya AKP ê rast e, duruste:
1- Ji ber ku AKP yekem care ku ji 1923 an vir de li hember Kemalîên
sîvîl û leþker derdikeve. Ev helwest di cîh de û durust e. Dê bibe mebesta,
qelsbuna nêrîn û prensîbên Kemalî di Tirkîyê de. Ger nêrîna Kemalî û nûnêrên
Kemalî bi awayê sîyasî bin nekevin, Kurd di Tirkîyê de, di ware sîyasî û di
mafen netewî û demokratîyetî de pêþnakevin.
Ji ber ku li hemberê nêrîna kemalîya û nûnêrê kemalîya derdikeve
menfîeta Kurd di rayedarîya AKP ê de heye. Divê ku Kurd di vê hilbijartina
awartede piþtgirîya AKP ê bikin ku AKP e bi serê xwe bibe rayêdar, desthilatdar...
2- AKP bi biryar e, ku Tirkiye bibe endamê YE ê. Ev jî, bi cîhbuna prensîbên
demokratîyetîye ye û avabuna demokratîyetîye di Tirkîye deye . Di Tirkîyê de
her gel û etnîsite hewceye demokratîyetîyê... Kurd ji herkesî bêtir hewceyê
demoratîyetîyne...
Ev roj, ku em dikanin têgehên milete Kurd û Kurdistanê bi karbînin, bi saya
rakirina yasaên faþîst û xalên der û doravan in. Ev yasa jî AKP ê
guhartîye an ji holê rakirîye . Ger AKP cardin bibe rayedar dê muzakere bi
YE re bidomin. Ev ji Kurda re “bi þîr kelandîye” Ger Tirkîye bikeve YE ê,
hewceye ku di warê xwendinê, di warê dîrok, çand û leþkerî de ji nûve pewerde û ava bibe...
Ew Partîên ku tê gotin dê di hilbijartinêde dê bendê bikelêbin, di
belavokê xwe ê hilbijartinê de qala pêvajoya YE yê nakin... Xeyn ji AKP e.
3- Bi endamên serbixwe beþdarbûna DTP e ji bo hilbijartinê, ne jibo
mafê miletê Kurdî di parlemenê de parastin e. Bi a min, ji bo ku AKP bi serê
xwe nebe rayedar, îktîdar, DTP bi endamên serbixwe beþdarê hilbijartinê
bûye.
Ez ji ber van egera divê ku em bi rayen xwe piþtgirîya AKP yê
bikin.
Têbinî:
Min eve axaftina xwe di 23/6/2007 an de di civîna Meclîsa Demokratên
Þoriþgerda kir. Nedifikirîm ku ji malpera re rêkim. Lê birez Ali Buran di nivîsara xwe a ku
ji Kurdinfo ra þandîye dibê hevalek xwest ku em di helbijartine de piþtgirîya
AKP bikin.
Ez bi maxseda ku her hevale an ji herkese ku bixwaze bixweyne bizane ku
Ew kes Osman Silivani ye. Yani ez im. Ev nerîna mina li ser helbijartine 22
Temuze 2007 e. Bi a min wekî ku min li jor jî gotîye ev hilbijartin,
hilbijartinek avarte ye. Min evê nerina xwe di meclisa Hakp-Par e de jî dubare kirîye.
9.07.2007
Osman Silivanî /Amed
|