Qedandina DDKD û Zinarê Xamo
Di vê çend mehên dawiyê de munaqeþe û gaziyên li DDKDiyan tên kirin bi rastî
rewþa hinek endamê DDKD/KÝPê berê zêdetir bi me dide famkirin.
Ji van gaziyan meriv bixwaze çi bibîne meriv wê yekê dibîne an meriv
bixwaze çi jê derine meriv wê yekê jê dertîne.
Beriya her tiþtî DDKDî însanên welatparêz, xebatkar û bi rûmet in.Û bi
rûmetiya xwe parastine heta îro. Zinarê Xamo jî dibêje, rewþa
dunyayê, a Kurdistanê ser û binêhev bûye, ji ber vê yekê DDKDi bi bîr
û bawerîyên xwe yên berê nikarýn werin bahev û di rêxistinekî de siyaset bikin. Ev
rast e....Û Zýnar ji bo vê yekê jî dibêje DDKD diqede û qedîya ye...
Bi qasî ku ji nivîsa Zinarê Xamo tê famkirin; an rewþa Kurdistana
bakur baþ nizane an jý jibîrkiriye...an jý li Kurdistana bakur siyasetekê
li dijý Apocitiyê pêwîst nabîne.
Divê beriya van munaqeþeyan baweriya xwe li ser siyaseteka nû bîne ziman
Û paþê munaqeþa ku bi DDKDiya dibe an nabe bike.
Bi qasî ku miýn gaziya DDKDiyan xwendiye û bi qasî ku min jê
famkiriye, kesekî li gorî bîr û baweriyên berê siyaset, rêxistin ne
parastiye, hatina ba hev ne ji bo sebra xwe anînê ye jî. Tiþtê ku min jê
famkirýye;
DDKD/KIP ji hev belavbûbin jî, dîtinên wan bi awayî xurt nêzi
hev in. Ji bo Kurdistana bakur siyaseteka nu pêwist dibînin û bi vê gaziyê
civînek ku kesên ku ewqas sal in ji hev dûrketine, li ser rewþa dunyayê, Kurdistanê û siyasetê baweriyên xwe bi hevre munaqeþe bikin û ji hev fam bikin.
Gelo Zinarê Xamo di civîneka evqas masum de çi dibîne?
Gelo xebata Zinarî bi Apociyan re di derheqê DDKDê de evqas bê umît kir?
Kek Zinar em çiqasý bêjin jî DDKD neqediyaye û naqede. Ew DDKD di
dilê gelê kurd de dijî.
22.01.2006
|