Musa Ok

Arþiv

okumusa@mynet.com

Siudi dixwaze çi bêje?

Piþtî civîna Demokratên Þoreþger a di 2 û 3 îlonê de, bi rastî çavê min li rexneyên ku ew ê bên kirin geriya, lê min nivîsek ji rexne wedatir, ji siyasetmedariyê ewqas dûr û bi sûcdarî bê kirin qet texmîn nedikir.

 

Kek Siud Kiki, ger li sernivîsa xwe dîsa binêre ez bawer im ew ê jî bêje ku min ji tixubê insafê derbas kiriye. Lê ez bawer im di civînê de peþniyariya ku ji terefê vî hevalî de hat kirin ji ber ku red bû, ew xwestiye tola xwe bi vê nivîsa xwe hilde. Lê qet pê neketîye.

 

Kek Siud; li Ewrûpa maye, kare axaftin û nivîsa kurdî baþ bizanibe. Lê tu mafekî wî tuneye ew însanê ku 26 sal e evqas xeder xwarine bi vê metodê rexne bike, a herî girîng tu mafê wî tuneye ku ew DDKDiyan bi vê sucdar bike. Ji ber ku DDKDyî di vî warî de xebatên baþ kirine û di warê weþanê de gavê yekemîn avêtine. Tîrej û Armanc di vî warî de nimûne ne.

 

Ew jî baþ dizane ku di destpêka civînê de bi awakî vekirî hat ziman ku daxwaz li ser zimanê kurdî ye, bes kesên ku beþdarî civînê bûne, karin bi kurmancî an zazakî (dimilý) nizanibin,ji ber vê yekê kesên ku biaxifin bi kîjan zimanî karên derd û meramên xwe bînin zimên bila bi wî zimanî biaxifin û axifýn, di vir de çi xeder heye? 

 

Di nivîsa Siud Kiki de tiþtê rast ew e ku divê kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, a þaþ jî civîneka ewqas girîng de divê tenê ji bo ziman ewqas bi sûcdarî însan nayên rexne kirin. Rast e ziman bo milletekî girîng e lê divê meriv fetîþe neke.

 

5.09.2006