Arþiv

PEXŞANÊN KESKESOR

Pirtûka nivîskar Cemal Ozçelîk a ceribandinê – pexşan – ji min re hat. Ez ji hêja Cemal Ozçelîk re spas dikim ku wî pirtûka xwe îmze kiriye û ji min re şiyandiye.

Navê pirtûkê "Utopya Mevsîmî – Demsala Xeyalê" ye. Pirtûk di nav weşanên Avesta de, di xêza "Keskesor" de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 140 rûpel e û bi tirkî ye. Di pirtûkê de 48 sernivîsên pexşanan hene. Babeta hemû nivîsan cihêreng in, cuda cuda ne.

Di edebiyatê de pexşan şaxeke girîng e. Ji pexşan nivîsînê re zanatî û hostatî divê. Pexşan, şêweyeke nivîsîna hunerî ye û şîrovekirineke edebî ye.Pexşan nivîsîna dûz e, nivîsîna hest û ramanê ye. Pexşan kurt tê nivîsîn, gelek caran ji rûpelek an du rûpelan nabûre. Di her nivîsîna pexşanê de miheqeq mijarek heye. Nivîsên pexşan hîtabê beşa rewşenbîran dike, lewra jî xwendevanên pexşanê hindik in, bi sînor in. Di usluba – stîla - nivîsîna pexşanê de stîla zimanê rojnamevaniyê heye.

Ji xwe Cemal Ozçelîk jî, demeke dûrûdirêj bi karê rojnamevaniyê re mijul bû. Wî pêşî di kovara “Medya Guneşî – Roja Medya” de rojnamevanî kir, nivîs nivîsî. Dûvre nivîsên wî di rojnama "Jîyana Nû" , "Roj" , "Nûroj" , "Pêşeroj” de derketin. Naveroka nivîsên wî, bi giranî nivîsên sîyasî, îdeolojîk û teorîk bûn.

Di van nivîsên wî ên pexşan de jî zanebûneke sîyasî û felsefî heye. Ez her tim nivîsên pexşan yên Ahmed Altan, Ferîd Edgu, Nazlî Eray û Cezmî Ersoz dixwînim. Di van demên dawîn de, hinek nivîskarên kurd jî dest pê kirine û nivîsên pexşan dinivîsin. Nivîskar Mehmet Uzun, Muhsîn Kizilkaya, Suzan Samancî, û Cemal Ozçelîk bi tirkî pexşan dinivîsin. Nivîskar Mustafa Aydogan, Enwer Karahan, Qahir Bateyî, Cemîl Oguz û nivîskara keç a hêja Yildiz Çakar jî bi kurdî pexşan dinivîsin. Nivîsên wan ên bi kurdî hêvî didin mirov ku; ew ê di vê hêlê de edebiyata kurdî gelek pêşve bixin, dewlemend bikin. Nivîskara keç Yildiz Çakar hem rojnamevanî dike û hem jî bi kurdî çîrok û pexşan dinivîse. Min çend nivîsên wê yên pexşan xwend, gelek baş bûn, min eciband. Niha wê jî, nivîsên xwe yên pexşan – hemû nivîsên wê bi kurdî ne – wek pirtûk amade kiriye û daye weşanxanê. Dê di demekî nêz de pirtûka wê ya pexşanan bikeve destê xwendevanên kurd.

Ez dikarim bibêjim ku; ev herçar nivîskarên ku bi kurdî pexşan dinivîsin, ziman û edebîyata kurdî bi nivîsên xwe ên pexşan dewlemend dikin. Helbet nivîskarên kokkurd ku nivîsên pexşan bi tirkî dinivîsin jî, ji edebiyatê re, ji hest û ramanên edebî û felsefî re bi şêweyeke gelemperî xizmet dikin. Mijarên nivîsên wan jî girîng in û divê bêne xwendin. Bi min, divê wergêrên kurd van nivîsên pexşan wergerînin kurdî. Dema pirtûkên pexşan ên nivîskarên kokkurd – ku li gor min ew nivîskarên zimanê tirkî ne – bi kurdî bêne wergerandin, ew ji bo pêşveçûna zimanê kurdî dewlemendiyek e. Ji bo pêşveçûna zimên werger çiqas girîng e, ji xwe diyar e û pêwîst nake ez li ser gotinên zêde bibêjim.

Tiştê ku reng dide jîyana mirov, xeyalên mirov in. Di dilên herkesî de, li gor wî/wê xeyalên wan hene. Heger ji xeyalan nebana, îlm, zanîn, sanayî, teknîk, felsefe, edebiyat û her cure tişt pêşve nediçû.

Xeyal tim pêk nayên, xeyalperst gelek caran têk diçin. Lê, xeyalperestên evîna platonîk ji hemûyan pirtir têk diçin, êş dikşînin. Lewra ew, tiştê ku pêk nayê dixwazin. Evîna wan yekalîye, platonîk e, rû nabîne. Fîlozof Dîderot gotiye : "Jîyana însan, ji çaran sê bi daxwazên tiştên ku nikarin pêk bînin, derbas dibe." Evîndarên xwedî evîna platonîk, evîna wan yekalî be jî, dev ji evîna xwe bernadin. Ew jîyana xwe bi êşa evîna xwe re didomînin.

Di pirtûka Cemal Ozcelîk de, li ser evînê û evîndarîyê gelek gotinên xweş li du hev hatine rêzkirin. Wek ku nivîskar di nivîsa xwe ya pexşan de gotiye; “Bila ji evîndarê/a min silavek bê, ji bo min bes e."

Ji naveroka nivîsên wî jî diyar dibe, hestekî evînî ê hasret di ruhê Cemal Ozçelîk de heye. Ew bi evîna jîyanê ve wisa hatiye girêdan ku, kêm kes bi qasê wî maneya evîna jîyanê dizanin. Wî bi zanebûnekî kûr û berfireh nakokî û xweşîya jîyanê şîrove kiriye.

Nivîsên pexşan tehm û lezeteke edebî dide mirov. Estetîka xwendina pexşanan hestê mirov pak dike, dil û kezeba mirov rehet dike, ruhê mirov aram dike. Dîtin û raman, nirxandinên felsefî û edebî xeyalên mirov rengîn dike, daxwaz û hêvîyên mirov geş dibe, şahiya ruhê mirov pêl dide.

Di pirtûka Cemal Ozçelîk de gelek babetên girîng ên evîn û jîyanê hene. Herwekî "Manîfestoya evînê" divê ji alî her xwendevanî ve bê xwendin. Nivîskar bi zimanekî bedew, dîtin û ramanên xwe pêşkêşê xwendevanan dike. Nivîsên wî yên di derbarê evîn, jîyan, raman û hizrên xeyalî û felsefî de jî herikbarin, mirov dikşîne nav xwe û xwendinê bi mirov dide hezkirin. Min bi dilxweşî hemû nivîsên di pirtûkê de ne xwend û ez dixwazim xwendevanên ku ji edebiyatê, ji xwendina nivîsên pexşan hez dikin, bila vê pirtûkê bixwînin.