Arþiv

Li Amedê Pêwîstîya weşanên kurdî

Li Amedê – Diyarbekirê- pêwîstîya weşanên xwerû bi kurdî heye. Amed dilê kurdan, paytextê Kurdistanê ye. Runiştvanên kurd yên li Amedê piranî welatparêz in, kurdperwer in. Amed keleya kurdan e, warê serhildêran e.

Di Amedê de tunebûna weşanên kurdî ji bo kurdan kêmaniyeke mezin e. Di Amedê de bi dehan rojname û kovar derdikevin. Lê, ji xeynê kovara Kulîlk –ku ew jî bi dizî û ji hêla teknîkî ve bê kalîte, wek fotokopî derdikeve- hemû weşanên ku derdikevin bi tirkî ne.

Min li ser hemû weşanên ku li Amedê derdikevin lêkolîneke biçûk kir û nivîsek nivîsî. Di encama lêkolîna xwe de, min dît ku; weşanên ku hene –yek du netêde- yên din hemû jî ji tiştek re nabin û tu eleqeya wan û kurdayetiyê bi hevûdu tune.

Amed netenê di hêla sîyasî û ramyarî de navend e, herweha di hêla çand û edebiyatê de jî navend e. Divê kurd heqê vê navendbûnê bidin û li Amedê weşanên kurdî biweşînin. Di destpêkê de, divê kovar û rojnameyeke kurdî li Amedê bê weşandin. Navenda wan weşanên kurdî divê li Amedê be, ne li Stenbolê. Xwedî, berpirsiyar, karker û xebatkarên weşanên kurdî li Amedê bin û vî karî bi şêweyeke profesyonelî pêk bînin.

Li Amedê gelek nivîskarên kurd yên nû hene ku, di van salên dawîn de gelek pirtûkên xwerû bi kurdî weşandine. Ew nivîskarên kurd, divê mil bidin weşanên kurdî yên li Amedê derkevin û bi wan re di her warî de bibin alîkar.

Dibe ku hinek nivîskar bibêjin "Vê weşanê –kovar yan rojname- fila siyaset diweşîne, ez li dijê siyaseta wan im û ez çima mil bidim wan, çima bi wan re bibim alîkar?"

Li Kurdistana bakur ji salên heftêyî heta îro piraniya weşanên kurdî ji alî siyasetên –partî û rêxistin- kurd ve hatine weşandin. Herçiqas di van demên dawîn de hinek kovar û weşanên kurdan ji alî kesên serbixwe ve hatine damezrandin jî, ew kes bixwe berê endamên partî û rêxistinên siyasî ên kurdan bûne.

Di esasê xwe de karê weşanvaniyê karekî bazirganîye û divê ji alî şexsan û şirketên ticarî ve bê pêkanîn. Lê, ji ber rewşa kurdan, ev kar di stuyê siyasetan û kesên welatperwer de maye.

Nivîskarên ku bifikirin yan jî bibêjin "filan weşan a filan siyasetî ye, ez çima bibim alîkar?” divê hewl bidin ku riyên din bibînin û karê weşanê pêk bînin. Ew dikarin koperatîfeke weşanê damezrînin. Di salên heştêyî de, gelek nivîskarên tirk hatin cem hev û bi navê "Yazko" koferatîfeke weşanvaniyê pêk anîn. Wan bi navê "Yazko Yayinlarî – Weşanên Yazko" pirtûk û bi navê "Yazko Edebiyat" , "Yazko Çevirî – Yazko werger" kovar weşandin.

Nivîskarên kurd, bi taybetî jî yên li Amedê bên cem hev û bi hevre koperatîfeke weşanê pêk bînin, dê bikaribin pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî biweşînin. Dema ew bikevin nav hewldanêke weha û koperatîfek damezrînin, dê nivîskarên kurd yên li metropolên Tirkiyê û yên li Ewropa’yê jî bi wan re bibin alîkar, heta divê ew bibin şirîkê koperatîfê.

Bi min, heger gelek nivîskarên kurd bên cem hev, vî tiştî minaqeşe bikin, dê bigihîjin encamek û dê bikaribin tişteke weha pêk bînin. A girîng daxwaz e, cehd e, hewldan e. Mirov ji dil be, dikare ji hertiştî re çareserî bibîne.

Ez hêvîdarim, dê roj bê û li Amedê gelek kovar û rojnameyên xwerû bi kurdî bêne weşandin.