Arþiv

Paytext Kerkûk

Divê Kerkûk bibe paytextê Kurdistanê. Piþtî helbijartinê beþa Kurdistana baþur weke dewleteke federe bê pejirandin, divê paytextê wê bajarê Kerkûkê be. Heger li Iraqê demokrasî û federalîzm pêk neyê, hêza herî xurt Þîa û pêþevayê wan Þîþtanî bixwaze li Iraqê dewleteke olî pêk bîne, divê kurd riya serxwebûnê bidin pêþiya xwe. Kurdistana baþûr dixwazî federe be û dixwazî serbixwe be, paytextê wê divê Kerkûk be.

Min li ser dîrok û kurdbûna bajarê Kerkûkê nivîseke nirxandinê nivîsîbû û ew nivîsa min sala parîn di malpera ”Kerkûk Kurdistane” de hatibû weþandin. (Bi min, divê êdî malpera ”Kerkûk Kurdistane” navê xwe bigehurîne û bike ”Paytext Kerkûk” yan jî ”Paytextê Kurdistanê : Kerkûk”.

Ez niha li ser dîrok û kurdbûna Kerkûkê nasekinim. Ji xwe ew minaqeþe li paþ ma û êdî minqeþeyeke weha pêwîst nake. Kurdbûna Kerkûkê, ji xeynî dewleta tirk û kemalîstan ji alî herkesî ve tê qebûlkirin. Ji Amerîkî û Îngilîzîyan bigir heta Areb û Farisan, hemû jî dizanin ku Kerkûk ji dema Kasît, Horî û Mîtanîyan ve ta niha kurd buye û dê her kurd bimîne.

Ez di vê nivîsê de dixwazim bal bikþînim ser beyana cigîrê ”genelkurmay”a ordiya tirk. Li pêþiya azadiya kurdên bakur û dewletbûna kurdên baþur astenga herî mezin dijminahiya ordiya tirk ya kemalîstan e. Generalên kemalîst dijminên herî xidar yê doza netewa kurd û Kurdistanê ne. Cîgirê fermandarê ordiya tirk general Îlker Baþbug bi gotinên tehdîtwarî li hemberê Kurdistana baþur beyan da û wî di beyana xwe de anî ziman ku ”dê di pêþerojê de li Kerkûkê þerê navxweyî derkeve.” Fermandarê ku navê wî jî bi maneya barbar e, anku îlker Baþbug ê hov tirsa xwe nîþan da û got ku ”Kerkûk ji bo Kurdistaneke serbixwe dê bibe pêngaveke.” Lewre jî dewleta tirk ditirse û dixwaze li Kerkûkê tevliheviyan pêk bîne.

Heger piþtî helbijartinê li Kerkûkê teqîn, þer û tevlihevî çêbibe, sedemê wê dewleta tirk e. Tiþtên xirab ku li Kerkûkê pêk bên, dê bi tiliya ordiya tirk ya kemalîst pêk bê. sucdarê vî tiþtî dewleta tirk e û divê li pêþberê raya giþtî ya cîhanê dewleta tirk bê tawanbarkirin, bê sucdarkirin.

Min vê nivîsa xwe çar roj beriya helbijartinê nivîsî. Diyare ku dê kurd di helbijartinê de biserkevin. Hemû hêzên sîyasî yên Kurdistana azad bi yek lîsteyek dikevin helbijaretinê. Encamê helbijartinê ji bo kurdan destkeftiyên mezin û gavên girîng in. Herdu hêzên mezin yên tevgera sîyasî ya kurd (YNK û PDK) bi hevre tevdigerin, hareket dikin û ev xebat û têkoþîne wan ya hevbeþ, nimûneya pêþketin û mînaka serketinê ye. Ji xwe piþtî helbijartinê li tevahiyê baþurê Kurdistanê dê yek hikumeteke federe pêk bê û dê di bin yek mecliseke de kom bibin. Yanî, êdî dubendiya hukumeta Silêymaniyê û Hewlêrê namîne. Li Hewlêrê yek hikumeteke tê damezrandin. Ev jî ji bo kurdan serketineke girîng e. Ji xwe dema ku Kerkûk bibe paytextê Kurdistanê, wê demê ji bo kurdan cejn e û cejna herî giranbiha ye.

Ji xeynê Apoyîyan temamê partî û rêxistinên hersê perçeyên Kurdistanê bi dil û can piþtgiriya baþurê Kurdistanê dikin. Ev helwesta pozîtîf û yekdengîya hêzên kurdan hêjayê pesnê ye û ji bo yekîtîya netewî gaveke girîng e.

 

Kürt sosyalistleri ve yenilenme sorunu
Li Amedê Pêwîstîya weşanên kurdî
KULÎLKÊN AMEDÊ
LEGAL PARTI SORUNUNDA
ÜÇ GIRISIM VE FARKLI BIR YAKLASIM
PEXŞANÊN KESKESOR