Arþiv

 

Helbijartin û encama wê

 

Li ser helbijartinê gelek gotin hatin gotin û gelek nivîs hatin weþandin. Min li ser helbijartinê ne lêbelê li ser xwepêþandanên – mitîngên – helbijartinê nivîseke bi sernavê ”Ala Xwînî” nivîsî. Di nivîsê de min bal kiþand ser þoventî û nîjadperestiya ku di mitîngan de bi ala xwînî ya tirk hatibû pêkanîn.

 

Ez vê nivîsê du roj beriya helbijartinê anku di 20-ê Temûzê de dinivîsim. Ez ê nivîsê bikim du beþ û beþa dawî piþtî helbijartinê binivîsim û encama helbijartinê binirxînim.

 

Dil dixwest ku kurd di vê helbijartinê de hemû hêzên xwe bikin yek û bi yek dengî û yek hêzî têkevin hilbijartinê. Lê, mentalîteya teng fikrandinê û ramanên tirkiyetiyê bû asten û yekîtiya hêzên kurdan pêk nehat. Hêza herî xurt ya ku bingeha wê bi tevahî kurd e û ew xwe Tirkiyeyî dihesibîne, bi ”demokrasî guclerî” yên tirkan re hevkarî çêkir û bi namzetên serbixwe kete helbijartinê.

 

Di hilbijartina cihên namzetan de þêweyeke antî-demokratîk hate pêkanîn. Vê þêweya antî-demokratîk ne tenê DTP-ê herweha hemû partûyên tirkan û di serî de jî Ak-Partî'yê pêk anî. Van partiyan kesên namzet bi riya hilbijartina endamên þûbeyên partiyan na, bi hilbijartina serokên partiyan namzet dane nîþandan. Yanî Baykal, Teyib, Baxçelî û yd lîsteyan amade kirin û gotin filankes li filan bajarê namzet e.

 

DTP-ê jî di þêweya amadekirina lîsteya endaman de þêweyeke antî-demokratîk pêk anî. Berendamên namzet ji alî gel ve, ji alî endamên partiyê ve nehatin hilbijartin. Diyare hertiþt li gor keyfa dilê Komser Xanimê û mentalîteya Îmraliyê pêk hat. Zilamekî tirk ê ji bajarê Nigde'yê anîn li Diyarbekir kirin namzet. Qomser Xanima kemalîst perest bi eslê xwe ji Dêrsimê ye û li stenbolê mezin bûye. Wê namzetiya xwe li Dêrsimê yan jî li Stenbolê danenî, li Diyarbekirê danî. Piþtî ku ev Xanima hezkirê M. Kemal li Amedê bû namzet di rojnameya ”Radîkal”ê de nivîseke pesindariya M. Kemal weþand û rûn li ser nanê Kemalîstan kir û heft kire heþtê helandî.

 

DTP-ê namzetên ku bi kurdî nizanin li bajarê dilê Kurdistanê, li paytextê pêþeroja Kurdistanê kire namzet û ew namzet, bi taybetî jî Xanima Kemalîstperest layiqê vî bajarî û gelê kurd nebû. Ji ber rewþeke weha namzetên Ak-Parti'yê bi namzetên DTP-ê henekên xwe kirin û gotin ”ew bi xelkê re tirkî diaxifin, em bi kurdî diaxifin.” Namzetekî Ak-Parti'yê yê Diyarbekirî di kanaleke televizyonê de ji bo pirsa kurdî gotinên gelek baþ got û ji dîtinên DTP-yiyan baþtir û rastir dîtinê xwe pêþkêþ kir.

 

Namzetên DTP-ê di helbijartinê de, di xwepêþandan –mitîng- û meþan de pirsa kurd, doza Kurd û Kurdistanê dernexist pêþ û propagandeyeke kurdayetî nekir. Li gor axaftina hemû namzetên DTP-ê dîsa jî tenê axaftina Xanim Leyla Zana hinek baþ bû.

 

Tu dibêjî qey demokrasîya tirkan li ber destê DTP-ê maye û kilîdê hemû pirsgirêkên tirkan di destê DTP-ê de ye û lewre jî wan xwe amade kirine ku pirsgirêkên Tirkiyê hel bikin û demokrasiya tirkan xilas bikin. Di propaganda û daxwazên DTP-ê de ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu tiþtek tune. Ji xwe di xwepêþandanan –mitîngan- de ji xeynê wêneya A. Ocalan û sloganên ku pesnê wî dide wêdetir tiþtek tunebû.

 

Rewþ û halê DTP-ê û mentalîteya Apoyiyan ev bû, lêbelê halê hêzên derveyê Apoyiyan jî ne hal bû. Ew dikaribûn vê helbijartinê nej i bo qezenckirina namzetiya miletwekiliyê, lê ji bo propanganda doza kurd û Kurdistanê dikaribûn bi kar bianiyana, lê bi kar neanîn. Li hinek bajarên Kurdistanê nej i bo qezenckirinê, lê ji bo propangandayê dikaribûn hinek namzetên serbixwe bidine nîþandan û propaganda bikirana. Heta li Diyarbekirê namzetekî baþ di herêma ku Qomser xanim lê namzet bû dianiyana, belkî ji wê Xanima Kemalîstperest pirtir ray bigirtana. Kesên antî-kemalîst, kurdên welatparêz û antî-somurgecî, îslamiyên bawermend yên kurdperwer, zilamên zana raya xwe nadine qomsera kemalîstperest, heger namzeteke bi rasteqînî kurdperwer hebûna.

 

Di hilbijartinê de Kadep û Hak-Par-ê rola xwe ya partitiyê bi cih neanîn. Gelo çima birêz sertac Bucak li bajarê Urfa nebû namzetê serbixwe. Gelo çima birêz Þ. Elçî li Þirnakê, Mêrdînê yan jî li Diyarbekirê nebû namzetê serbixwe.

 

Min van rêzên jorîn du roj beriya helbijartinê nivîsî û li cihek neweþand. Van rozên jêrîn jî ez du roj piþtî helbijartinê dinivîsim.

 

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê helbijartin çêbû û Ak- Partî bi ser ket. Wan rayên xwe zêde kirin, ew ji sedî sî û du derketin sedî çil û þeþ. Di va helbijartina da kemalîzm û partiya kemalîst têk çû. Herdu partiyên kemalîst CHP û DSP beriya helbijartinê hêzên xwe kirin yek û di bin navê CHP-ê de ketin helbijartinan. Ordiya tirk jî bi hemû giraniya xwe piþtgiriya CHP-ê kir, lê dîsa jî feyde neda û ew di sedî bîstî de man. Partiya faþîst MHP-ê ji çardeh ray girt û 70 wekîlên gel derxist. DP partiya ku serokê wê Mehmet Agar bû li binê barajê ma û têk çû, serokê DP-ê M. agar îstîfa kir. Ji çardeh partiyên ku bi fermî ketibûn helbijartinê yanzdeh partî di binê barajê de man û têk çûn.

 

Partiya ku bingeha wê kurd in û ew xwe weke partiyeke Tirkiyeyî dibîne, anku DTP bi riya namzetên serbixwe 23 wekîlên gel derxist û þiyand meclîsa komara Tirkiyê. DTP-ê di vê helbijartinê de rayên xwe zêde nekir, kêm kir. Wek mînak li Diyarbekir berê hejmara rayên ku wan ji gel digirt ji sedî pênce û þeþ bû, vê carê ji sedî çil û yek ray girtin.

 

Di pêvajoya helbijartinê de namzetên DTP-ê performanseke pir xirab nîjan dan. Wan di meþ û mitîngan de, di propaganda û xwepêþandanan de daxwazên doza netewa kurd nanîn zimên, dwa heqê netewî û demokratîk yên ji bo kurdan nekirin, berevajê wê qomser xanima parêzgerê kemalîst pesnê kemalîzmê da. Di pêvajoya helbijartinê de ya ku namûsa DTP-ê xilas kir dîsa jî Leyla Zana bû. Leyla Zana di axaftina xwe de doza netewa kurd parast û daxwaza pêkanîna eyaleta Kurdistanê kir. Herçiqas ev daxwaz ji bo çareseriya doza netewa kurd nabe çareseriyeke makûl jî, lê dîsa jî ji bêdengî û çewtiya namzetên DTP-yîyan baþtir e. DTP û Apoyî ji bo çareseriya pirsa netewa kurd ji xeynê heqên demokratîk ji bo þexsan û heqê çandî û serbestiya zimanê kurdî, baþqe tu tiþteke naxwazin. Lewre jî daxwaza Leyla Zana ya eyaleta Kurdistanê li gorê DTP û Apoyîyan daxwazeke pir pêþve ye.

 

DTP-ê li Stenbolê jî þaþî û neheqiyeke mezin li Prof. Baskin Oran kir. Wan pêþî piþtgiriya namzetiya wî kirin û paþî dev ji piþtgiriyê berdan û avukatekî Îmraliyê li hemberê wî kirin namzet. Vî avukatî rayên Prof. Baskin þikand û nehêþt ku Prof. Baskin bê helbijartin. Di encama helbijartina û Prof. Basin û Av. Erbaþ di herêma duyem ya SAtenbolê de rayên ku girtin, yê Prof. Baskin çil hezar û yê Av. Erbaþ sî hezar. Ji bo qezençkirinê þêþt hezar ray pêwîst bû. Ji bo ku rayên wan bû ducî herduyan jî qezenç nekirin û sedemê vê þaþiya DTP-ê ye. DTP-ê li bajarê Îzmîr û Agrî-yê jî þaþî kir û li Îzmîrê Lewent Tuzel û li Agriyê Dr. Nacî Kutlay jî nehatin helbijartin.

 

 

Marksîzm, Doza Netewa Kurd û Bêbextiya Lenîn û Stalîn

Paytext Kerkûk

Kürt sosyalistleri ve yenilenme sorunu

Li Amedê Pêwîstîya weşanên kurdî
KULÎLKÊN AMEDÊ
LEGAL PARTI SORUNUNDA
ÜÇ GIRISIM VE FARKLI BIR YAKLASIM
PEXŞANÊN KESKESOR