Bêgoman ji bo Tirkan zimanê wan û ala wan giring e. Tirkan ji
dema Osmaniyan ve hem xwe di bin vê alê de parastine û hem jî
di bin vê alê de avtine ser welatên din û ew dagir kirine. Heke
bigotina "Osmanlica" jî dîsa jî bi Tirki diaxivîn. Gava artêsa
Tirk dimesiya ser serhildanê netewî li Kurdistanê - wek: Agirî,
Dersîm û ya di pêsengiya Sêx Seit de - ev al di destê wan de
bû. Di avîtinên ser berxwedangerên PKKê de jî dîsa ev ala Tirk
ya sor, bi stêrk û dasûkhîv dihejandin. Li çiyayên Kurdistanê
yên ji destên milîtanên PKKê distandin dîsa ev al diçikandin.
Marsê
Tirkan yê netewî hisên Tirkan yên netewî tîne ser ziman, lê
tu girêdanê wî bi kevnesopî (adetên) û têkosîna Kurdan ve tune.
Ev marsê Tirkan û yên wek wî bi saetan bi zore bi girtiyên Kurdan
yên polîtîk didan guhdarîkirin û jiberkirin.
Atatürk bêsik (bêgoman) serokê Tirkan e û wî di Anadolê de,
hinga ku Tirk di rewseke xirab de bûn, Komara Tirkiyê avakir
û li hember Kurdan desthilata xwe bi cî kir. Milîyetçîtiya Atatürk
- wek marksîzim, lenînîzim, fasîzim - bingehê polîtîka komara
Tirk e. Wek li cem komarên îdeolojîk, milîyetçîtiya tirkî jî
di makzagonê de tê parastin û ew kirine îdeolojiya komarê ya
fermî. Di seranserî coxrafiya (geografiya) Kurdistanê de ev
sembolên Komara Tirk - çêkirina hêkelên Atatürk, hildana alê,
nivîsên li ser çiyan wek: "ne mutlu türküm"- sanî Kurdan didin,
bi Kurdan didin hiskirin û perîjandin.
Bûyera
sewitandina Ala Tirkî û helwîsta Kurdan:
Girêdana hemwelatiyan ya bi sembolan ve wek pîvandina girêdana
bi komarê ve tê dîtin. Komar lewma jî vê yekê dide ber çav,
hinga ew sembolên xwe hildibijêre. Heke ew sembolên xwe wek
dilê xwe (keyfî) û li gorî perçeyek ji hemwelatiyên xwe hilbijêre
an jî heke ew xwe bi jêhatî û sembolên netewî yên perçeyek ji
gelên di nav xwe de bide nîmandin (temsîlkirin), hingê ew nikare
bihevvekelandina hemwelatiyên xwe tevan (giskan) pêk bîne, hisên
pistevanetiyê û asitiya civakî di nav wan de xurt bike.
Di
guftegoya li ser van sembolan ya di navbera desthildara Kurdistana
Basûr û Ereban de serokê Partiya Demokrat ya Kurdistan Mesut
Barzanî dibêje, ku ew vê ala Îraqê ya îroyîn li Kurdistanê hilnadin.
Ji ber sedemên ku ev al jêhatiyên Kurdan yên netewî sembolîze
nake, Artêsa Erebî ya Îraqê di bin siya vê alê de li Kurdistana
Basûr zilm û zora xwe didomand, li dijî Kurdan qatliam kirin,
bi bombeyên kîmyayî avîtin ser Halabçeyê. Mesut Barzanî dibêje,
ku ala Kurdan ya netewî tê hildan, ji ber ku ew ne tenê sembolê
Kurdistana Basûr e, ew ala netewe Kurd tavan e. Heke ew û desthildara
Îraqa Federal, didomîne Mesut Barzanî, li ser alekê li hev bikin,
ya ku gelê Kurd û Ereb sembolîze bike, hinge ewê karîbin li
cem ala Kurdan ya netewî ala Komara Îraqa Federal jî hildin.
Serokwezîrê desthildara Kurdistana Basûr di peyam xwe ya li
ser peyvandina li ser pirsa desthildariya Îraqa Federal eskere
kir, ku pirsa her giring pirsa alê ye û got: "Îraq divê vê alê
jibinî biguhêze. Di ala ku ji nû ve were kivskirin, divê rengên
Kurdistanê eskere tê de hebin. Hingê emê li Kurdistanê ala Îraqê
li cem ala Kurdistanê hildin."
Lewma
jî tê famkirin, ku çima zarokên Kurd - çewa kirin bin, ne giring
e- ala Tirkî di dema pîrozkirina cejina Newrozê de li Mersîne
bi erdê re xusikandin. Wekî ku li jor jî hat sirove kirin, ala
Tirk jêhatiyên Kurdan yên neteweyî sembolîze nake.
Lê
perçeyekî nehindik yên ji polîtkgêrên Kurd yên Kurdistana Bakûr
an haya wan ji sembolan tune an jî nizanin ku polîtîka çewa
tê kirin.
Serokê DEHAP Tuncer Bekirhan di civîna mediyê de ya 22. 03.
2005 de dibêje: " Ala Tirka ya Kurdan ne jî. Em jî wek her kesên
li Tirkiyê dijîn, ji ala Tirkî re rûmetgir in. Ev sembolê hevbes
pêsiyên me bi hev re afirandin. Em di vê babetê de pir hessas
(diltenik) in. Bûyera li Mersînê provakasiyon e. Em vê bûyerê
sermezar dikin." Berdevkê Tevgera Civaka Dermokrat Leyla Zana
û Orhan Dogan, gava ku ew di 23. 03. 2005 de ji bo mêvandariya
Serokê Belediya serbajarê Diyarbekirê Osman Baydemir çûn meqamê
wî, daxuyaniyek dan: "Tirk û Kurdan li Çanakalê, Înönü û li
pir ciyê din di herba rizgariyê de bi hev re xwîn rijandin û
Komara Tirkiyê afirandin. Di serê jêhatiyên komarê çêdikin û
sembolîze dikin de al ya her giring e. Ev al ala me hemiyan
e, em tev bi hev re li wê xwedî derdikevin." Baydemir jî peyîvî:
"Em bêrûmetiya li dijî ala (Tirkî), ya ku jêhatiya hevbes ya
hemwelatiyên me tevan e, yên li Tirkiyê dijîn, qebîl nakin."
Serokê Kongra Gel Zübeyir Aydar di daxuyaniya xwe ya di 23.
03. 2005 de: "Newroz daxwaza gelê Kurd ya azadiyê bilind kiriye.
Kurd li jêhatiyên xwe xwedî derketin. Tistên nayê hamzkirin
jî ev e, nehamzkirina Newrozê ye, bi jêhatiyên tu kesan re problema
me tune, lê divê ji bo jêhatiyên Kurdî jî rûmet were sanîdan."
Partî
û rêxistinên Kurdan din jî daxuyanî dan û îdia kirin, ku bûyer
provakasiyonek e. Di daxuyaniyên xwe de ew ne wek baskên PKKê
yên legal li Ala Tirkî xwedî derneketin, lê wan neda xuyanî
kirin, ku ew sembolên Tirkan jî red dikin. Ew li zarokên ji
bo bûyera Ala Tirkî tên sucdar kirin, xwedî derneketin. Mirovên
dîtinên PSK nazneke, kare bigihîje vê baweriyê, ku ev rêxistina
kurdî jî Ala Tirkî re rûmetê digire. PWD jî, ya ji PKKê veqetiyaye,
pêsî bêdeng ma. Lê dervayî vê derûdorê Kurd yên serbixwe, kesayet,
Rizgarî û Kawa bi zimanekî verkirî dan xuyanî kirin, ku ew ala
Tirkî û sembolên wan red dikin, li zarokên tên sûdar kirin,
xwedî derketin, bi wan re ketin pistgiriyê û biberfirehî propaganda
sembolên kurdî kirin.
Baweriya
Tirkan bi daxuyaniyên derûdora PKKê yên legal û bi daxwaza wan
ya ji bo avakirina komîsiyoneke lêkolînê li hember zarokan nehat
û Tirk ji wan dixwazin, ku ew girêdana xwe hêjî hêzitirîn sanîbidin.
Taha Akyol di nivîsa xwe ya di Milliyetta 22.03.2005 de dinivîsîne:
"Di xwenîsandinên Newrozê de sewtandina ala Tirkî ...Hildana
aleke din dide xuyanîkirn, ku netewetiya (millîyetçilik) Kurd
tevgera `cihetiya etnîkî´ ye. Hem hemwelatiyên welatekî bî,
hemjî bevêjî ser ala vî welatî û aleke din vekî, jiyana bi hev
û din re xeradikî. (...) Orhan Dogan di axavtina xwe ya bi Derya
Sezak re (Milliyet, 24.02.2005) digot:`Li Tirkiyê Tirk û Kurd
ketine nav hev, mirov nikare federasiyonê bixwaze` û wî ´girêdana
hemwelatiyê`diparast. Di federasiyonan de jî tenê yek aleke
netewî heye. (...) Polîtîkgerên Kurd yên wek Dogan, heke ku
bira wekî dibêjin yekîtiya Tirkiyê, ji girêdana hemwelatiyê
û ji qedera hevbes bawer bikin, divê ew (polîtîkgerên Kurd,
Ö.T.) li ala netewî, ya ku nîsana van jêhatiyên pîroz (kutsal)
e, xwedî derkevin, êrîsên diçinê riswa bikin. (...) Di dema
me de avakirina saziyan di warê nasnameya etnîkî, kulturî (çandeyî),
olî û `huqukê sexsî´ de mafekî demokratîk e. Ev maf di eynî
demê de ji bo sedeqeta ´hemwelatiyê´ jî û ev sedeqet ji bo sembolên
netewî, di vê navê re ji bo ho rêza (rûmeta) ala netewî jî sert
e." Nivîskarên Tirk, yên di vê mijarê de nivîsandin, dîtinên
ku Teha Akyol anîn ser ziman, parastin.
***
Serokerkanê
Artêsa Tirk di peyama xwe de Kurd wek "hemwelatiyên derewîn"
dan wesifandin (navandin). Hinek derûdorên Kurd binavdana "hemwelatiyên
derewîn" sas man û dixwazin li dijî Serokerkanê Artêsa Tirkî
dageh (dawe) were vekirin. " Navandina "hemwelatiyên derewîn"
rast e. Çi sasî tê de heye? Kurd ji xeynî girêdana hemwelatiyeke
derewîn bi Tirkiyê ve li Tirkiye çi mafê wan yên berbiçav heye?
Ziman, çand û hemî sembolên wan yên neteweyî ne qedexe ne? Nasnama
wan yanî mafên wan yên neteweyî û demokratîk ne qedexe ye? Partiyên
Kurd yekderb nayên girtin û destgirên wan nayên ceza kirin?
Ji kîjan maf û huqûkên Kurd re rêz tê girtin? Pistî avakirina
Komara Tirk heya îro Kurdistan ne bi zagonên awarte tê îdare
kirin? Gelo zêdekirina pirsan pewîst e?
Gava
mirov sembolên xwe yên neteweyî bi sembolên gelên din re dide
ber hev, hingê mirov cihêtiya sembolên xwe yên neteweyî hêjî
çêtir ferq dike. Ev Berhevdan hem mirov kelogirî dike, hem jî
cihêtiya ramaniya wan û tesîra ferqa wan bi mirov dide famkirin.
Sembolên
netewî tabîtiyeke gering in, yên ku gelan ji hev û din cihê
dikin. Lewma jî divê mirov sas nebe, hinga Kurd êrîs dibin ser
sembolên tirkî yên li Kurdistanê, lê mirov divê sas bibe, ku
çima Kurd êrîsî wan nakin! Li her derê dinyayê bindest di têkosîna
li dijî serdestan de pêsîn êrîs dikin ser sembolên komara dagirkaran
(serdest) an jî yên neteweyê serdest. Hinga pêsî PKK dest bi
têkosîna çekdarî kir, êrîsa yekem avît ser hêzên Artêsa Tirkî.
Pistî
girtina serokê PKKê Abdullah Öcalan û anîna wî ya Tirkiyê di
polîtîka PKKê de guhastineke bingehîn stratejî û polîtîkî ti
dîtin. Di navbera polîtîka Albdullah Öcalan û destgirên Artêsa
Tirk de û die navbera polîtîka HADEP û Tevgera Civaka Demokrat
de, yên ku destgirên Artêsa Tirk kare rasterast bigihîje wan,
wekhevîyek heye, lê di navera rabûnûnistina polîtîka wan û ya
baskên PKKê yê çekdar (HPG) û Zübeyir Aydar de jî hebûna cûdatiyeke
giring tê dîtin. Ev rabûnûrûnistina polîtîka cûda, netênê di
bûyera alê de, li ser pirsa Kerkûkê, li ser hilbijartinê Îraqê
û Komara Federal ya Kudistana Basûr jî derdikevin ortê.
Veqetandinên
di nava PKKê de giring in. Ronakbîrê Kurd Recep Marsli di nivîsa
xwe "PKK dê ji Abdullah Öcalan bibihure?" de qala vê bêçareseriya
PKKê dike. Hebûn cûdatiya di navbera tavirê (hewîsta) Zübeyir
Aydar û yên din de û di navbera tavirê serokê PKKê de - wek:
Li ser Kerkûkê, serfiraziya partiyên Kurd di hilbijartinê de,
dawî jî di bûyera alê de li ser sembolên netewî - divê mirov
bibîne. Heke PKK ji Abdullah Öcalan bibihure, yê ku êsirê Artêsa
Tirkê û yê polîtîkeke serbixwe derveyî hêzê Komara Tirk nake,
hingê PKK kare ji gelê xwe û welatê xwe re xizmet bike.
Bûyera Newrozê du heb rastiyên din jî danîn ber çavan:
Yekem:
Adana û Mersin bûne bajarên Kurdan, biarinzîjî bi warguhastina
xurt ya pistî 1980 hejmareke pir mezin ya Kurd li van deran
bicîbûn. Kurd netenê çûn li wir bicîbûn, wan bi xwe re sembolên
xwe jî birin wir. Wek: Pîrozkirina cejina Newrozê û hilbijartin.
Ev rews Tirkan pir bêhizûr dike. Di dema ku Kurd li bakur axê
winda dikin, ew di warê (derên) ber bi deryayê (bahrê) ve diçe,
axê (erdê) kardikin. Taha Akyol di nivîsa xwe ya li jor bahskirî
de birastî bahsa ronakbîrê Kurd Ahmet Zeki Okçuoglu dike û fikara
(tirsa) Tirkan bi bêjeyên wî tîne ser ziman: "Ronakbîrên Kurd
Ahmet Zekî Okçuoglu di xortaniya xwe de xerîteyên Kurdan yên
xeyalî amade dikirin ´yên ku sînor wan Îskenderun û Trabzon
jî digirtin navê xwe, me berê xwe dida Suriyê û Îranê, em di
Xelîca Basrayê re derdiketin ji bo ku em jî bigihîjin deryayê´."
Duyem:Pîrozkirina
Newrozê dide xuyanîkirin, heke ew ne têker be jî, ku Kurd li
sembolên xwe yên netewî xwedî derdikevin û ew sembolên Tirkî
red dikin. Besdarbûna bi 100-hezaran Kurd di pîrozkirina Newrozê
de, bûyera alê ji bo vê yekê mînakîyên her bas in. Êdî Kurd
ji bo xwebixwe dibin Kurd (=Êdî Kurd ji bo xwebixwe Kurd in).
Ev rews Tirkan bêhtir ditirsîne. Êrîskirina ser Artêsa Tirkî
tabû bû, kustina askeran (leskeran) negengazî bû. Lê gava PKK
dest bi têkosîna çekdarî kir, we pêsî bi êrîsa ser sembolên
tirkî, ango: askerê kutsal (pîroz) û dest li ber wan ranabe,
destpêkir. Kurdan ji PKKê re alîkarî kirn, her çiqas wan bi
hemî kêmasiyên wê jî zanîbûn. Ji ber ku kîna wan ya kûr li dijî
sembolên tirk heye. Komara Tirk, çewa ku serdarê Artêsa Trik
jî bi rastî dibêje, Kurdan wek "hemwelatiyên derewîn" dibînin
û wekî ew îdia dikin, xwe bi sevkatî nagihînin Kurdan.
Gelê
sembolên xwe nejî, ew gel ji bo xwebixwe naji. Ji bo Kurd bên
winda kirin, bes e, heke ew dev ji sembolên xwe berdin. Çewa
li jor jî hat sirovekirin, tabîtiyên bingehîn, yên yekî (Kurdan)
ji yên din (wek: Tirkan, Ereban) vediqetîne, sembol in. Hinga
Areb ketin Kurdistanê, karê pêsî kirin, wan Îslamî, dîtina dinyayî
ya Ereban, bi Kurdan dan perijandin (= dan qebûl kirin). Ji
bo ku Kurd zimanê xwe jibîrbikin, digotin, guneh e, heke Kuranî
Kerîm were wergerandin. Cudabûn di navbera vê yekê û tistên
ku îro Tirk dixwazin, tune. Tirk dixwazin Kurd dev ji sembolên
xwe berdin, li sembolên tirkan xwedî derkevin.
Divê
giringîya sembolan û serhildanên sembolîk piçûk neyên dîtin.
Mirov nikare îdia bike, ku tevgera Kurdan ya polîtîk û ronakbîrên
wan jidil li sembolên xwe xwedî derketin. Ew nikarin bene xwe
ji yên tirkan bibirin. Birêvebirya navenda rêxistinên, yên bi
îdîa ji bo rewsenbîrî û rizgariya Kurdan tên avakirin, li Ankara
an jî li Îstanbolê ye. Çima ne li Diyarbekirê, ne li Wanê ne?
Sedem çi ne? Ne li wir in, welat û mirovên ew dixwaze bigihîjê
û rizgar bike? Henek derûdorên Kurd welatê xwe kêm dixînin.
Heta ew ezimandina mîvanên xwe an jî naxwazin rojçêbûna xwe
li welatê xwe pîroz bikin; xwedîbûna Kurdistanê ji bo xwe piçûk
dibînin. Ez dixwazim tenê wek mînakî bîbêjim û hîç kesekî naxwazim
biêsînim. Serokê Parlementoyê Avrupa Borel got: "Ez dixwazim
herim Kurdistanê, bibim mêvanên Kurdan." Leyla Zana wî çewa
ezimand? Leyla Zana Boreli li xwaringeheke li Istanbolê ezimand
û got:
"Em Tirk mêvabperwer in." Tarik Ziya Ekinci, yê xwe wek ronakbîrê
kurdi dibîne, gelek caran sîreta li Kurdan dike û " Bi feodalan
re komar nayên avakirin", dibêje, 80-saliya rojçêbûna xwe li
Istanbolê pîroz dike û di sahiya rojçêbûna xwe de Kurdekî jî
nade avaxtin. Ronakbîrê hêja yê Kurd Rusen Arslan nivîsa xwe
ya binavê "Dara çînar ya 80 salî…" di înternetê de diwesîne
û tê de dibêje, heke fersenda axavtinê bidana min, minê wiha
bigotta... Nîvîskarê mezin yê bi eslê xwe Kurd Yasar Kemal çi
dike? Ew înkar nake, ku ew Kurd e, lê ew dibêje, ku ew romanciyê
Tirkiyê ango yê Anatolê ye. Wekî nivîskarekî Tirkiyê dixwaze
mafê Kurdan were dayîn, lê vê yekê ne wekî kesayetekî Kurd dixwaze.
Nivîskar îlana kampanya ronakbîrên Kurd - têrkerbûn û netêrkerbûna
wan mijareke din e - ji bo balkisandina ser rewsa Kurdan di
rojanamên Avrupa yên giring de îmze nekir. Çima? Ew naxwaze
bi Kurdan re were dîtin. Kahremanê Kurd yê di romana Mehmedê
Bejinzirav de bi keçek Tirk re dide zewcandin; bi karanîna klîseya
sosyalîst ji bo "bihevekelandina Tirk û Kurdan" û " ji bo "biratiya
wan" (!) ji xizmeteke bazdide xizmeteke din.Ez
meraq dikim: Ew dê kampanya ronakbîrên Kurd "Ez Kurd im, aligir
im, daxwezger im!" îmze bike?
Xwedayê
(Melekê) Rojê Sêsims dê çibikira ji van Kurdan, yên li sembolên
kurdi naparêzin? ___________________
*
Ömer Tuku, ekonomî û polîtîka xwendiye, ew li ser tezê xwe "Polîtîka
Tirkiyê ya li ser Kurdan" yê beriya 15 salan nîvîsiye dixebite
û ew nîvîskarê pirtûka "Li Kurdistanê Endustiriya Tirk: Firebûn
û Kedxwariya wê" ye, ya ku di nava wesanên Doz de 1991 de çapbû,
ye.