ABDULKADIR ULUMASKAN

Arþiv

ulumaskan@hotmail.de

 

Kurdîya naylon

Li cîhanê nêzî 6500 zimanî heye. Ji wana ji sedî heftê bê alfabe ne. Mixabin ji wan zimanan 4000 jê di bin xetera wendabûne da ne.

Em dikarin bibêjin ji wana yek zimanê Kurdîye ku xwe ji wê xeterê xelas kirîye.

Lê hê jî gelek pirsgirekê xwe hene.

Kurdî zimanekî dewlemend e, lê belê ji ber ne azad e ne bûye zimanekî fermî û gelemperî. Ji bona wîya gelekê caran ev dewlemedî jê re dibe asteng û tevlihevî.

Wekî hemû zimanên din hinek gotinê biyanî ketine nav zimanê Kurdî jî.

Mîna Erebî, Farisî û kêm be jî hinekî Tirkî.

Di nava gelekê zimana da Erebî heye û hîn betir jî di nav zimanê gelen Rojhilata Navîn de ew tê dîtin. Bi gumana min ew ji bandora îslamê tê.

Gawa mirov li zimanê Tirkî dinêre, ji Tirkî zêde Erebî di nav de tê dîtin. Ji xwe heger tu Erebî, Farisî, Kurdî û zimanên din jê derîne, Tirkî xelas dibe û wê gawê divê Tirk bi zimanê îşarkî bi desta bi hev re bipeyiv in.

Lê ji ku anîbin bira anîbin merikan ji xwe ra ji zimanên din gotin ciwandine ser hev û zimanek jê çêkirine û pê dijin. Him pê dijîn him jî pê çavsorîya jî li xelkê dikin.

Dîsa îro zimanê ku herî pêşketî tê zanîn îngilîzî ye, ew jî gotinê biyanî jê bên hilbijartin wê tiştekî pir zede nemîne.

Armanc ne ewe ku em zimanê Tirkî an jî yên din biçûk bibîne ew rastîyek zimana ye.

Ji alîyê zimanyarî de weke zimanzanekî navdar dibêje:“Tu zimanek ji zimanên din ne seretetir e,çimkî li gor çanda xwe zimanê hemû gelan têra xwe îfade kirina wan dike.”

Ne ecêb û gunehkarî ye ku zimanê xelkan ji hev gotina bigirin. Bi taybetî ji gelên di nava hev de an jî nezî hev bijîn wê bêtir gotinên wan têkevin nava hev.

Ew ne şerme,lê şermek mezine ku mirov li zimanê xelkê xwedî derkeve û ji xwe re bike mal. Mîna Tirkan bi navê teorîya Roj-Ziman (Güneş-Dil Teorisi) gelo ma ne eybe tu li zimanê xelkê xwedî derê û bibêje zimanê hemû gelan ji Tirkî veqetîya ye ?

Herwaha ew mijarek dine, dixwazim hinekî li ser paqij kirina zimanê Kurdî rawestim.

Mîna di destpêkê de jî me got zimanê Kurdî ji gelek alîyan ve hewcwdarî çareser kirinê ye, ji wan yek jî sade kirina zimanê Kurdî ji gotinê biyanî ye.

Li gor dîtina min lê ne wek kesekî zimannas, heger mirov çareserîyên pirsgirêkê Zimanê Kurdî têxe rêzê dê ji standart kirinê destpê bike,gawa duyemîn sade kirin be.

Rastî jî kurdîya xas bê pêyivandin-nivîsandin ribê,kurdan jî wê nikaribin têbigehêj in.

Sedeme ez dibêm berê Standart bûyin û dûra sade kirin eve.

  Lê ev jî ne giş bi carekê peyv bên guherîn gav bi gav û hedî hedî têkeve nava zimanê gel, wek metod wê hesantir be. Ez bi wateya bila gotin li gorî piranîya Kurdan çawa dibêjin bila waha bimînin û bê gotin nabêjim. Pirani herdem ne rastî ye.

Lê ne pir pêrebim jî, kirina her dû karan bi hev re jî ne pir zêde şaş dibînim û ne li hemberim.

Bi qasî sade kirinê pîvan ji girîngin û berpirsiyarîyekê dide ser milê kiryarê xwe.

Pêwîst e ev karê zimên bi qeyde, pîşekarî û pisporî bê kirin.

Bi raya min hinek peyv jî hene ku ne hewceye illeh bibe bi Kurdî. Em bibêjin hin gotinê navnetewî an din hene ku di nava zimanê gel de bi cîh bûne,wek xwe bimînin we ne pir jî şaş be. Lewra tu zimanê ji sedî sed sade nîn in. û ne ferze jî hebe.

Hinek kesan tiştin afirandine û nav lê kirine, divê ji keda wan re rêz bê girtin û wan gotinana bên bikaranîn.

Xelet ne fahm kirin ez bahsa presîban dikim, an nabêjim bila hemû tişt wek xwe bimîne û qet guhertin nebin. Ez ne li dij paqij kirinê (sade) me, belkî hinekî li dij dema wê an jî mantiqa hemû tişt dê bê paqij kirin (guhertin) rast nabînim.

Lê taybetî li dijî bê qeyde bûn û mantiqê qeyde yê çewt im.

Dîsa mînak ji Tirkan, ez texmîn dikim hin kesen bibêjin mesela te bû ya hirçê, herû were tê bibê Tirk. Rast e. Dibên carekê hirçekê li yekî xistibû û ew kerr bûbû.

Wî kî bidîta digot: “ ma we got hirç,erê le hirç heywaneke xedar e.” Ji ber wê ez jî her tim dibêjim Tirk, bi rasti Tirk ji hirçê jî xedartir e,li me xistîye, em ne bi tanê kerr, kerr, kûr û lal jî kirine. Ji bo vê ez dibêm hirç û sed carî hirç.

Em dîsa wegerin mijara xwe, dibên zimanzanê Tirkan li hev kom bûne û gotine emê zimanê xwe ji gotine biyanî paqij bikin û Tirkî ya xas biafirînin. Ji hev re dibêjin zeytûn peyvek bi Erebî ye qa em navêkî bi Tirkî lê bikin.Hina ji wan gotine zeytûn di kevçî da naedile bila navê wê kevçî negirbe.Hinê din jî gotine na zeytûn bi çetel naye girtin bila çetel negir be. Yên din jî qebûl nekirine û gotine zeytûn him kevçî negir him jî çetel negire bila bi her du nav bi (kaşik tutmaz,çatal batmaz)

  Li ser navan li hev nekirine û tu navên dinê jî nedîtine rabûne ji zeytûne tîpek guhertine gotine zeytîn û dûra jî kirine ya xwe gotine zeytîn bi Tirkî ye.

Kurd di wî warî da bi wicdantir derketine ji zeytûnê ra gotine zeytûn û bextê xwe neavêtine ne gotine ya me ye. Ne xwe Kurda jî kanîbûn bigotana zeyton.

Ez duxwazim bibêjim ku gawa emê bi awayê Tirkan Kurdîyek xas çêkin em dev jê berden bila wek xwe bimîne wê çêtir be.Ne hewceye ku em îcatin ecêb biafirînin.

Îcar jî mînak ne ji Tirkan, ji me Kurdan: camêrekî xwestîye bi Kurdî ji îmzê re navekî peyda bike û kirîye jî, gotîye Binnivîs û di Ferhenga Almanî-Kurdî da jî çap kirîye.

Bi qasî ez dizanim îmze ji zimanê Erebî tê,(lê belê tu ji Tirkan bi pirse wê bibên bi Tirkî ye ew tiştekî dine),lê eslê wê bi Erebî ye,Ereba gotine imdai,Tirka gotine imza,

Asûrî-Suryanî dibên emze, Faris dibên imze û Kurd jî bi pirranî dibêjin îmze.

Yanî di nava gelê Rojhilata Navîn de bûye wek gotinek hevbeş û ev ne tiştekî xerîbe.

Le ku gava hutil-batil mirov bixwaze bi Kurdîya sade be,ne yek-dudu ji xwe sê-çar navê wê ji berê hene. Şanaenav,destnivîs, destnîşan û destxet. Ne hewceye ku navekî din bê îcat kirin.

Bi ya min ew her sê nav jî li gorî zimanê Kurdî ji binnivîsê maqûltir û Kurdîtir in.

Dema li gora qeîdên zimanên din em gotinê Kurdi bixwazin bi afirînin wê tişteki bê şikil û xerîb derkeve holê.

Yanî Kurdîyek ne orjînal Kurdîyek Naylon wê çêbe. Û qet bêhna kurdî jê nayê.

Erê raste binnivîs weke deng peyvek wateya wê bi Kurmancî ye.

Lê heger ez neçarbim navê îmzê bibêjim û ew her sê navê Kurdî jî di destê min da tunebe, bê guman li şûna binnivîs a bi Kurdîya safî ezê îmze ya bi Erebî tercîh bikim û bibêjim îmze. Pirsgirêk ne bes di gotinade wateya Kurdî hebe, pirsgirek ew e ku gotin li gorî bingehen Kurdî bên gotin an na Kurdîyek berovajî ji a heyî xerabtir e.

Ya heyî çiqas ne sede be jî Kurdî xera nake û ji Kurdîyek lastîk ne xerabtir e.

Divê nê ji bîr kirin bi mantiq a zimanê Tirkî, Almanî an yekî din Kurdî naye afirandin.

Nabe ku mirov bi Tirkî bifikire û bi Kurdî binivîsîne, divê fikir jî û zikir jî bi kurdî be.

Ji zimanê Kurdî re mantiqek Kurdî hewceye. Yanî ji bona Kurdîyek bi zorê sade ne hewceye ku weke di pêkenîneke de, em ji Trênê re bibêjin kaşkaşokapaşokaserhesin Trên bi xwe gotinek bi Fransî ye, lê wek gelek gelan em jî dikarin dibêjin Trên.

Ez ne şaş bim ew camêrê gotina binnivîs xistîye ferhenge xwestîye ji alî zimên de xwe ji Tirkan dûr bixe û nêzî Almanan bibe, belkî jî fikirî be ku her çawabe Alman ji Tirkan pêşketîtirin û jiber wê xwe siparti be zimanê Almanî.

 Çimkî Alman ji îmzê re dibên Unterschrift li gor wergera Kurdî a mekanîk ne bi tevayî be jî mirov dikare bibê binivîs,ji binivîsê bêtir tê mana binî nivîsandinê. Binnivîs û binînivîsandin du peyvên ji hev cûda ne.

Min ne bihîstîye lê ger di Kurmancî de binnivîs hebe jî nayê mana îmzê, dibe tiştekî li bin nivîsê hebe,dikare li binê nivîse weneyek jî hebe ma gelo wê gawê emê wene re bibên îmze ya binnivîs.Dema mirov lê dinêre binivîs wek dipnot a Tirkî tê dîyin.

Dibe ku li ser wê minaka binnivis em gelekî sekinîn û me dirêj kir lê min xwest di warê prensîban da hinekî binerxînim, an na mînakê waha gelekin.

Carna ji tu dimêzîne ku hinek gotinê bi êslê xwe Kurdî ne lê kesê lê dinehrê wateyekê li gor xwe nade û jê re wek Kurdî naye radibin wan gotinana jî mixabin diguherin û kurdîyek naylon îcat dikin, û kurdî ji kurdîtî derdikeve dikeve kerasekî din.

Li gora îro kurdîya herî paqij ne a ji sedî sed bi kurdîya sade ye, a berevacî nebû ye.

  Serê gotinê an dawiya gotinê îlaweyek bi kurdî pêvezeliqandin wek ji dêla bibê ji Ruhayê bibê Ruhalî yan jî ji bo dikandar bibê dikancî ma gelo çiqasî Kurdî ne ?

  Tirk dibên (Elbise kurudu) Kurdê bajarî jî li şûna bibên cil zuha bûn dibên cil hişk bûn.

  Di vir da tê wê mana ku cil wek text, kevir an cemedê hişk bûye ne zuhabûn e.

  An jî bi Tirkî ayakabini giy. Bi kurdî dibe sola xwe têxe pê wek mantiq ya rast pîyê xwe têxe solê yan sola xwe di pêxe xaseten sol têkeve pê jî di zimanda bi Kurdî sol dikeve pê, lê hinek Kurd wekeTirkî dibêjin sola xwe li xwe ke, li gora Kurdî ev şaş e. Gava em sola xwe li xwe kin tê wê mana heger em ne bi tenê lingê xwe dixin pêlavê wek em laşê xwe tev têxin solê wateyek wa jê derdikeve.

  Gelek car hinek kes wê dûçikek bi kurdî mîna “van “ bi dawîya gotinek Tirkî yan din ve bikin û dibên ev Kurdîye. An kok û îlawê kurdî şaş bi hev ve giredidin.

  Wek kese ku masîyan digire dibên masîvan gawa mirov mantiqa vê gotinê jî bikole dihere li Tirkî disekine.

  Di zimanê Tirkî da kese masîyan digiri û ê difroşe bi navekî tê gotin (Balikçi)

  Lê di Kurdî da ne waye yê masîya digire jê re masîgir tê gotin mirov nikare bibêje masivan. Lê yê ku masîyan difroşe ra masîvan tê gotin an jî masîfiroş.

  Dema gotinê waha mirov dibîne dibe mîna tu bi darek tirî ve ne tirî hiyara bibîne û ecêb û mahtmayî bimîne.

  Bi rastî zimanê Kurdî di konaxek girîng da ye. Ne ku afirandinek rasthatî

  Pêwîst e xebatên bi zanistî lêkolîn û lêgerîn bibin.

 Di vê pêvajoyê de şaşîyên despêkê ê biçûk bin jî dikare rê li çewtîyên mezin vekin.

  Ji bona vîya wek kesekî Kurd peşniyara min ji zimanzanê me re ewe ku heger em ne pisporê zimên bin an bi kêmanî bingehen Rêzimana Kurdî nizanibin em bi xwzaya zimanê Kurdî nelîzin, bi navê paqij kirinê qirêj nekin û bila Kurdîyek Naylon îcat nebe, em wê di halê wê de bihelin wê hîn baş be, baştir be û baştirîn be.

  Yanî herî baş..!

 

21.05.2005