Îro 12ê Nîsanê ye û di ser mirina Aslan ra tam du sal û du
raj derbas bûne. Nuha seet 11ê şevê ye û ez li ber kompîtorê rûniştime û hewil
didim ku li ser Aslan(Mehmet Kaya) hisên xwe bînim zimên. Do ez û xanima xwe,
em çûn ser gora wî. Ez li ber kevirê serê wî sekinîm û min sifra dilê xwe ji
nişka ve raxist ber wî. Berf li erdê bû û dinya sar bû. Berî me bi du rajan du
zarokên Kurd hatibûn serdana "apê" xwe û gora wî kiribûn gulistan.Û torbak
şekir jî dabûn ser kevirê gorra wî. Wan dizanîbûn ku "apê" wan ji şekir hez
dike. Min hewqasî bîr nebiribû.
Ez nizanim ez çawa dest pê bikim û çi bibêjim?
Esas heta nuha çend carên din jî min teşebus kir ku vê yekê
bikim, lê her carê jî wek ku yek destê xwe têke gewriya min, tim bîn li min
diçikiya, gotin li ber min wenda dibûn û tiliyên min nediçûn ser tûşên
kompîtorê. Min dikir nedikir, min nikanîbû tu gotin bidîta, biecibanda ku pê
Aslan bida nasîn. Hemû sifetên di Kurdî da hene û dihatin bîra min li ba
şexsiyeta Aslan biçûk û zeîf diman. Axir hin mirin zû bi zû nayê qebûlkirin,
wek meriv tiliya xwe li çavê xwe xe, janê dide dilê meriv! Dema jan dide dilê
meriv, meriv nikane gotinê bixuliqîne. Qebûlkirina mirina Aslan bi min gelkî
zor tê.
Li ser miriyan nivîsîn tiştekî pir zor e. Lê di ser da dema
ew kes, însanekî pir îstîsna û hevalekî meriv yê pir ezîz û ji hêja jî pir
hêjatir be, wê demê ev yek ji zorê jî wêdetir zahmet û dijwartir dibe.
Hin însan hene di jiyana meriv da şopên pir kûr dihêlin, wek
nivîsa ku li ser kevirekî granît were nivîsîn, heta û heta dimîne. Aslan jî di
jiyana min da tesîr û şopeka weha hîştiye, ev şop heta ku ez sax bim ewê tu
carî wenda nebe. Ez ji Aslan tenê tiştên baş fêr bûm.
Nuha baş nayê bîra min, gelo min Aslan kînga û çawa nas kir?
Em herdu jî ji Wêranşarê ne, di ser da jî ji eşîrekê û merivên hev in. Diya
bavê min ji bera wan e yanî ji alî bavê ve ew dibin xalanên min. Ez bawer
dikim di dawiya salên 60î ya jî di destpêka salên 70î da me hevûdu nas kir û
hevaltiya me dest pêkir. Aslan telebe bû lê ez ne telebe bûm, min qet mekteb
nexwendibû lê min ji xwendinê gelkî hez dikir û min dixwend jî. Kêfa wî gelkî
ji vê yekê ra dihat. Me bi hev ra kitêb dikirîn, dikir malê "komunê" û dûra jî
bi dor dixwend û bi xortan didan xwendin. Ne tenê kitêbên me, her wisa perên
me jî yê hev bû.
Aslan di nav xort û xwendevanên wê demê da merivekî pir
îstîsna û bêemsal bû. Bi jîrî û zîrektiya xwe, bi comerdî û nefsbiçûkiya xwe û
her wisa jî bi zanîn û fedekariya xwe merivekî bêhempa bû. Sînorê fedekariyê
li ba wî tunebû.
Li Wêranşarê hevalên wî tenê kesên feqîr, hejar û belengaz
bûn, himal û karkir bûn. Bi wan ra radibû û rûdinişt û bi wan ra hevaltî dikir
û li qahwexaneyên wan rûdinişt.
Aslan, wek di gelek warî da, di matamatîkê da jî gelkî jîr û
jêhatî bû. Wî ev zanîna xwe her tim dikir xizmeta xortên xwendevan. Ji bo wî
perwerdekirina xortan û hevaltiya bi wan ra gelkî girîng bû. Ji dibistana
navîn bigre, heta bi lîseyê, hemû xwendevan hevalên wî bûn. Di vî warî da hin
prensîbên wî hebûn. Yek jê, wî tu carî pere ji kesî nedigirt, hemû qurs û
dersên wî belaş bûn. Li gor wî divê her babetê alîkarî, xizmet û fedekarîya bi
xortan ra bê hemberî û bêmenfaet bûya. Wek felsefe ew li dijî dersdan û
alîkariya bi peran bû. Ew kesên ku ev kar bi peran dikirin Aslan li dijî wan
bû û ev şêla wan bi tundî rexne dikir.
Ya din jî, alîkariya wî ya di vî warî da ji her kesî ra bû,
her xwendevanê ku bixwesta dikanîbû biçûya qursa wî ya jî bi hawakî din
alîkarî jê bigirta. Ew wek dersxaneyeke belaş dixebitî. Her havîn, berî ku
dibistan vebin wî qursa matamatîkê vedikr û dersa matamatîk, fizîk, kîmya û
hwd. dida zarokan. Ji bo wî zarokên dewlemnd û xizanan, îdeolojî û siyaseta
wan ya jî ya dê û bavên wan qet ne girîng bû. Piştî ku ket zanîngeha bilind jî
her havîna ku dihat tatîlê wî ev alîkariya xwe didomand.
Wî ev prensîb û xeta xwe, ji xwe ra kir felsefa jiyanê û
heta mirinê jî dev jê berneda. Îdeolojî û siyasetên cuda, nasî û xerîbî li
hember alîkariya wî ya bi şexs û partiyên Kurdan ra tu carî nedibûn asteng. Wî
bi qasî mihendîzekî kompîtorê ji kompîtorê fêm dikir. Wî li ser xwe ferz û
wezîfe didît ku di vî warî da jî bibe alîkar û piştevanê her kes û rêxistina
ku ji gelê xwe ra xizmetê dike. Ez bawer dikim li Swêd tu Kurdek tuneye ku di
vî warî da Aslan jê ra nebûbe alîkar.
Aslan di destpêka salên 1970’î da Zanîngeha Teknîk ya
Stenbolê qezenc kir û çû Stenbolê. Lê hevaltiya me her dom kir. Salê du sê
caran ez diçûm Stenbolê û me hev û du didît. Di vê nabênê da, piştî efûya
giştî ya sala 1974’an, di sala 1975’an da DDKD ava bû û min bi hevalên
"Şivancî” ra hereket kir. Piştî vê biryara min, di warê siyasî da xeta me ji
hev qetiya. Ez bûm DDKD "Şivancî” û ew jî ma serbixwe, nebû endamê tu partiyek
Kurd. Dûra, piştî ku grûbên di nav DDKDê ji hev qetiyan û her grûbê ji xwe ra
partî û komela xwe vekir, wî jî di nav grûba hevalên "Îzmîr DDKD" da ciyê xwe
girt û heta derba leşkerî ya 1980‘î û heta demekê piştî wê jî bi wan hevalan
ra hereket kir.
Li gel ku di warê siyasî da em ji hev cihê difikirîn, lê
dîsa jî têkiliya me tu carî qut nebû û ez dikanim bibêjim ku xumamî jî nehat
ser hevaltiya me. Min tim dixwest ku ez wî ne tenê wek hevalekî şexsî, her
wisa wek hevalekî siyasî jî bibînim. Çimkî min baş dizanîbû ku di nav tevgera
Kurd ya siyasî da kadirên wek wî pir kêm in. Lê çi heyf ku di vî warî da ez bi
ser neketim.
Di sala 1983’an da min ew li Qamîşloyê dît. Ez berî derba
leşkerî ya 1980’î bi çend mehan derketibûm der û têkiliya me êdî qut bûbû. Min
pir meraq dikir ku ew li ku ye û çi dike.Dema ji Libnanê ez çûbûm Qamîşloyê,
min nizanîbû ku ew jî li wir e. Gava min bihîst ku hin hevalên "serbixwe" yanî
ji grûba "Îzmîr DDKD" jî li wir in ez gelkî kêfxweş bûm(çimkî di nav wan da jî
gelek hevalên min ên hêja hebûn) û ez tavilê çûm mala wan. Dema ez ketim
hundur û min Aslan di wê oda kerpîçî ya tarî da rûniştî dît, ji kêfan ez
tevizîm, wek ku dinya bibe ya min. Çimkî min qet texmîn nedikir ku ewê
derketibe der û di ser da jî li wir be. Ez fêr bûm ku piştî Cûntaya 12’ê Îlonê
ew jî bi hevalên "serbixwe" ra derketiye der û dixwazin bi hêzên din ra li
dijî cûnta leşkerî şer û xebatê bikin.Vê yekê ez gelkî kêfxweş kirim. Çimkî
min bi dil û can dixwest ku Aslan bi rengekî aktîv û fiîlî di nav xebata
siyasî da cî bigre. Min çap û jîriya wî, paqijî û fedekariya wî baş dizanîbû.
Min dizanûbû ku ew merivekî pir îstîsna û pir yekta ye, lema jî hebûna wî ya
di nav tevgera Kurd ya siyasî da ez dilşad dikirim; her çiqas ew ne hevalê min
yê rêxistinî bû jî.
Çend mehan ez li wan deran mam. Her cara ku ez diçûm
Qamîşloyê min tim ew didît û me bi hev ra sohbetên dûr û dirêj dikirin. Dûra
ez vegeriyam Swêd. Ew li wir ma. Nêta wî ya hatina Ewrûpayê tunebû. Lê di
1983’an da ew jî hat Swêd û jiyana wî ya sirgûniya mecbûrî destpêkir. Jiyana
Swêd salek du salên pêşî zêde tesîreke xerab lê nekir, lê dûra êdî roj bi roj
ew ji pertav da xist û dawiya dawî jî ew xwar. Jiyan li Swêd pir mirî, bêdeng
û pasîf e. Û di ser da jî meriv tim bi tenê ye, têkiliyên însanî gelkî zaîf
in. Derûdor û ciyên ku meriv ji vê tenêtiyê xelas bikin tune ne, meriv tim di
mala xwe da ye. Îcar dema meriv ne li dû jin û zarokan, milk û malê dinê be
civata Swêd dibe destar û meriv dihêre. A vê jiyana Swêd ya rezîl di 18 salan
da goştê wî heland û hestiyên wî hêra û ew ji nav me bir. Ji ber ku Aslan ne
merivê yê vê jiyana bi tenê, îzole û pasîf bû, ew ji civata Xerbî bêtir,
merivê civateke Şerqî bû, ji teqûreq û qelabalixê hez dikir û vê yekê kêf û
enerjiyek bêsînor dida ruhê wî.Wî ji têkiliyên întensîf, ji xebatên bênabên û
bi şev û roj û ji civat û sohbetên dûr dirêj hez dikir û di şertên wiha da
bêtir aktîv û berhemdar dibû.
Bêguman wî li Swêd jî ji gelê xwe ra gelek xizmetên hêja
kirin û ji gelek keç û lawên Kurd ra bû mamoste û nimûne û sembolekî pir baş û
bêhempa. Lê ez bawer dikim heger ew ne li Swêd bûya ewê ji gelê xwe ra gelk
xizmetên mezintir bikira û ewê bêtir berhemdar bûya.
Aslan di dîtin û analîzên xwe da tu carî ne sathî bû, ji
bûyeran bêtir, tim dixwest sebebên wan bibîne û fêm bike. Çavên wî ji her kesî
bêrir neheqî û çewtî didît û guhên wî jî ji her kesî bêtir dibihîst. Refleksên
wî yên li hember neheqiyê, zulmê, derewan, sextekariyê û durûtiyên şexsî û
siyasî tim balkêş û manadar bûn, meriv tim tiştekî baş û nuha ji wî fêr dibû.
Aslan di gelek warî da merivekî zana bû. Lê ev zanatiya xwe
tu carî nedida der û pê pişika xwe nedinepixand. Bi vacayî gelek caran meriv
digot qey ji ber vê zanatiya xwe fedî dike. Bêguman vê nefsbiçûkiya wî, ew
hinekî din jî mezin dikir.
Aslan ji zarokan pir hez dikir û serê xwe bi wan ra pir
diêşand. Hemû zarokên Kurdan wek zarokên xwe didît û têkiliya xwe jî di vê
çarçewê da didomand. Ji bo wî dilşad kirina zarokan pir girîng bû. Çimkî wî
dizanîbû dema meriv bixwaze zarokên meriv bibin însanên baş, divê meriv wan şa
bike. Lema jî tu carî bêyî çend babet şekir û çoklat nediçû mala kesî. Heger
carekê bêhemdî ji bîr bikira ya jî dikanên li ser riya wî girtî bûna, ji
zarokan ra digot "ez deyndarê we me, careke din ezê deynê xwe bidim" Û bi
rastî, piştî salekê jî biçûya wê malê, "deynê" xwe tu carî ji bîr nedikir, ji
zarokan ra digot "ev heqê wê yê îro" ye û ev jî "deynê min" e.
Aslan merivekî rastgo, bêhîle û bêxurde, dobre, fedekar û
comerd bû, ji derew û derwçînan hez nedikir. Rastgobûn, dobretî û fedekariya
bêmenfet, bêhemberî felsefa jiyan û hebûna wî bû. Ev exlaq û xusûsiyetên xwe
di dost û hevalên xwe jî digerand û dixwest ku ew jî wiha bin. Û jixwe dema
meriv kesên ji nêz ve hevaltî bi Aslan ra kiribin nas dike, meriv tavilê
dibîne ku ew ne wek "her kesî" ne, hin xusûsiyetên wan yên baş hene ku li ba
gelek kesî kêm in. Aslan yek ji wan kesan bû ku, meriv tenê jê hin xusûsiyet,
exlaq û prensîbên baş digirt û fêr dibû.
Rast e însanê ku li vê dinyayê dewsa wî tije nebe tuneye, lê
hin kes hene bi rastî jî dewsa wan zû bi zû tije nabe.Aslan yek ji van kesan
bû. Heft xwezî bi dilê wî kesî ku her kes bi başî û çêyî qala wî bike!