Arþiv

Kurmê darê...

Di hijdê(18/4)mehê da min jî wek hemû endamên vê grûba e-mailê ji Halît Hanar e-mailek girt. Halît Hanar li ser î_xala Emerîka ya Iraqê nivîsek ji kûrayiya dilê xwe û gelek jî bi _ewat nivîsîye. Nivîsa wî pir ne bi ser û ber e, tevlihevî tê pir in. Lê diyar e ku mudaxeleya Emerîka ya Iraqê tesîrek gelkî mezin li Halît Hanar kiriye; wek ku Emerîka welatê wî, bajarê wî, gundê wî û mala wî î_xal kirbe. Loma jî bi dil_ewatî û kîn û nefreteke mezin li dijî Emerîka derdikeve û di sernivîsa xwe da dibêje:Þ

-Bimre Emerîka!
-Bimre Îsraîl!
-Bimre dostên Emerîka û Îsraîl!

Ez li ser sloganên "Bimre Emerîka!, "bimre Îsraîl" ranawestim, lê silogana "bimre dostên Emerîka û Îsraîl" divê meriv niqtepirsekê deyne ber û bi hawakî cidî li ser raweste. Bi slogana "bimre dostên Emerîka û Îsraîl" bê guman qest Kurd in. Heger hin "dostên" din hebin jî, bi kêmasî Kurd jî di nav van "dostan" da ne. Bi vê sloganê meriv fêm dike ku Halît Hanar danûstendina Kurd û Emerîkiyan wek nîjadperestekî Ereb û Tirk mahkûm dike.

Ji ber ku Halît Hanar endamê grûba e-maila Swêregiyan e û nivîsên xwe jî ji me ra di_îne, ew ne ji Swêregê be jî lê mirovekî Kurd e. Û dibe ku jî Kurdekî dîndar be. Ez fêm nakim wek Kurd ew çawa dikane weha bifikire û vê heqaretê li gelê xwe bike? Meriv çawa dikane ewladê miletekî be lê xêr û ba_iya miletê xwe nexwaze? Ew wek Kurdekî dema li dijî vê hevkariya Kurdan û Emerîkiyan derdikeve gelo çi sebebên wî yên bi heq hene?

Berî her ti_tî her kes dizane ku Kurdan ban Emerîkiyan nekirine. Loma jî Kurd ne dikanin Emerîkiyan li wir bihêlin û ne jî ji wir derxin. Ya din ji Emerîka bêtir, Kurd muhtacî wan e. Ji Qetlîama Helepçê û virda yên heta nuha Kurd ji teror û qetlîma Seddam parastiye Emerîka ye. Dema Emerîka _emsiya xwe ji ser Kurdan rake Baasî û Tirk  ewê dîsa êrî_ê bibin ser Kurdan û Kurdistanê careke din wêran bikin. Heger îro dewleta Tirk êrî_ê nabe ser Kurdan û wê statuya wan ya heyî xara nake xêra hebûna Emerîka ye. Roja Emerîka destê xwe ji ber Kurdan bik_îne Tirkiye ewê maneyekê bibîne û êrî_î Kurdan bike.

Heta nuha hewqas xwîna Kurdan hat rijandin, bi hezaran gundên Kurdan hatin _ewitandin, bajarên wan wêran bûn, gelo kîjan rojê dewleteke musliman li dij vê zulm û wah_etê derket û hat gazî û hawara Kurdan? Kîjan rojê Yekîtiya Îslamê ji Tirk, Faris û Ereban ra gotiye divê hûn mafê Kurdan yên demokratîk û netewî qebûl bikin? Ma dewletên ku Kurd bindest kirine mafên wan daye û Kurdan qebûl nekiriye û çûne bûne dostên Emerîka? Kurd ne ji kêfa dilê xwe, lê ji mecbûrî destên xwe li ber Emerîka û Ewrûpayê vedigrin. Kurd bêçare ne û muhtacî alîkariyê ne. Kurd bi Tirk, Faris û Ereban ra dijminatiyê nakin, yên dijminatiyê bi Kurdan ra dikin ew in, yên mafên Kurdan nadin û zulmeke nedîtî li Kurdan dikin ev dewlet in. Kurd dixwazin dunya Îslam jî wek Emerîka û Ewrûpa alîkariya wan bike, lê nakin. De îcar di vir da sûc û gunehê Kurdan çi ye?

Ya din yên li Iraqê bi Emerîkiyan ra hevpeyman in ne tenê Kurd in, ^îî jî bi Emerîkiyan ra ne. Her kes li menfeeta xwe mêze dike, ez fêm nakim Kurd çima ewê nizanibin li ya xwe mêze bikin? Dema Kurd wek Halît Hanar ji Emerîka ra bibêje "bimre Emerîka"!, ev mirina Kurdan e jî. Rejîma Muqteda el Sadr ji bo Kurd û Ereban ewê ji ya Sddam ne kêm zalim û xwînrêjtir be. Nimûna Îranê li ber çavan e. Sadr feqeyekî ber destê meleyên Îranê ye û pir pir ewê kopya wan be. Meriv çawa dikane di vê sedsala bîst û yekan da li hember hewiladanên avakirina rejimeke sivîl û demokratîk ya Xerbî rejîmeke wek ya Îranê biparêze? Meriv çawa dikane ji merivekî wek Sadr ra li çepikan xwe û bibêje "her bijî" ! û ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî ra jî bibêje "bimre"! Ev ti_tekî pir anormal e!

Wek tê zanîn têkiliya tevgera Filîstîn sed carî ji ya Kurdan bêtir bi Emerîka ra heye. Ew jî ji Kurdan bêtir dixwazin bibin dost û hevpeymanên Emerîka. Dema tevgera Filîstîn (îslamî û ne îslamî)Emerîka rexne dike, ne ji ber ku ew emperyalîst e. Na, rexne dike ji ber ku jê ra dibêje tu kêm alîkariya min  dikî, yanî bêtir alîkariyê jê dixwaze. Heta nuha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku hinek ji Filîstîniyan ra bibêjin  hûn çima alîkariyê ji Emerîka û ji Ewrûpayê dixwazin? Lê dema tê ser Kurdan çavaên her kesî dibe tas! Heta Halît Hanarê Kurd jî dibe dijminê tevgera Kurd ya azadîxwaz û pi_tevanê pa_verûyekî wek Sadr.

Di dawiyê da ti_tek bala min dik_îne, ez bala xwe didimê bêyî Mahmût Kîper(ew jî yekcarnan)hemû nivîs û minaqe_eyên vê grûbê bi Tirkî ne.Gelo çima? Em hemû Kurd in, ji bo çi emê rabin bi Tirkî bi hev ra minaqe_e bikin? Hinek dikanin bibêjin em bi Kurmancî nizanin. Yê bi Kurmancî nizane bira bi Zazakî binivîse. Mesela Halît Hanar wek Kurdekî ji bo çi ewê ji me ra bi Tirkî binivîse û emê jî rabin bi Tirkî bersîva wî bidin? Ma em Tirk in? 

Kurmê darê...
Taha Akyol´a makul bir öneri
Etyen Mahçupyan´1n korkusu üzerine bir kaç söz
Tu zanî, qebûlkirina mirina te bi min zor tê