Dînîtiya
alê û prova jenosîda Kurdan
Newroz îsal li seranserê Kurdistanê
bi girseyî û bi þadiyek mezin hate pîroz kirin. Li hemû beþên
Kurdistanê bi sedhezaran Kurd tevî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Li
bakurê Kurdistanê jî li gel hemû zext û terora dewletê Kurdan him li
Kurdistanê û him jî li gelek bajarên Tirkiyê Newroza xwe bi girseyî û
bi þadiyek mezin pîroz kirin.
Lê dewleta Tirk wek gelek caran tehamulî vê dilþadiya Kurdan nekir bi lîstikeke
hovane li Mêrsînî Newroz li gelê me kirin jahr.
Ji 21ê Adarê û vir da ye, ev hefteyeke li Tirkiyê û li Kurdistanê
dewleta Tirk, bi rengekî organîze li hember Kurdan prova
qetlîameke(jenosîdeke)mezin dike.Xwedêgiravî li Mêrsînê, di þahiya
Newrozê da du sê zarokên Kurd yên 12 û 14 salî
ala Tirkan bi erdê ra kiþandine û dûra jî xwestine biþewitînin.
Li ser belavbûna vê nûçeyê li Tirkiyê qiyamet rabû û hemû Tirkiye
hejiya. Berê, Serfermandarê Tirk Hîlmî Ozkok li ser bûyerê beyanek pir
sert da, bi hawakî vekirî Kurd hedef nîþan da û got:
-Li gor benda 87an ya Qanûna Xizmeta
Hundurîn hemû hemwelatî, her Tirk berpirsiyarê parastina þerefa alê
ne. Qanûnê ev wezîfa tenê nedaye artêþê, her wisa daye miletê Tirk
jî. Loma jî her kes berpirsiyarê parastina þerefa alê ye. Her kesê
berpirsiyar divê wezîfa xwe bicî bîne. Û em dibînin her kes vê
wezîfa xwe bicî tîne jî. Em bi vê yekê ji geklkî kêfxweþ in.
Piþtî vê beyan û emrê Hilmî Ozkok, li hember Kurdan starta êrîþek
gelkî mezin dest pê kir. Ji Serokkomar bigre, heta bi Serokwezîr û
Serokê Meclîsê, ji serokê hemû partiyan bigre, heta bigihîje serokên
gelek komele û sendîkayan, gelek zanîngehan bi telebeyên xwe ve beyanên
gelek sert û miþt dehdît û nîjadperestî dan, bi girseyî daketin
kolanan, bi hawakî vekirî gef li Kurdan xwarin û heqaretên gelek mezin
kirin. Di van meþ û xwepêþandanan da heta ji wan hat milet li hember
Kurdan pîj kirin
Medya Tirk bi hemû hêza xwe ve dîsa
wek her dem bi emrê ”dewleta paþperdê” wek ku Tirkiye ji alî
welatekî din ve hatibe îþxalkirin û Kurd jî hevalbendên wan bin, li
hember Kurdan kampanyayek nîjadperest ya pir mezin da meþandin.
Bi însîyatîf û beþdariya walî,
qeymeqam û hêzên leþkerî li Tirkiyê, lê bi taybetî jî li
Kurdistanê, li wan bajarên ku hestê Kurdayetiyê lê xurt e li hember
gelê me meþên gelek mezin kirin. Bi van meþ, beyan û xwepêþandanên
bi navê ”hurmet ji bo alê” ya jî ”meþên alê” milet terorîze
kirin, tirs û xofeke gelkî mezin xistin dilê milet. Li gelek deran
avêtin ser malên Kurdan û gelek Kurd girtin binçavan.
Bi kurtaayî tiþtên di nav
hefteyekê da li hember Kurdan hatin kirin ne tiþtên biçûk bûn, wek
prova qetlîamekê bû. Li hember miletekî kirina tiþtên wiha divê li
gor qanûnên navnetewî sûc bin. Loma jî divê partî û rêxistinên
Kurdan li hember vê êrîþa dewleta Tirk bê deng nemînin, hemû beyan,
axaftin û meþên hatine kirin, giþan tomarî ser hev bikin û
li ba dezgehên navnetewî li dewleta Tirk gilî bikin. Ya na, ev
dewlet ewê her tim tiþtên wiha bike.
Em werin ser sebebê bûyera alê.
Gelo dewleta Tirk çima ev seneryoya
alê çêkir û dûra jî hewqas mezin kir?
Qet þik tuneye ku serkeftina Kurdan
li Baþûrê Kurdidstanê psikolojiya Tirkan gelkî xera kiriye, ev rast e
û meriv xweþ dibîne. Ji ber ku ji tirsa Emerîka nikanin êrîþî Kurdan
bikin gelkî aciz û tije ne. Ev sebebekî derve yê gelkî girîng e. Lê
ne ev tenê ye. Esas sebebekî hundur jî heye.
Çimkî bi qasî ku derket ortê ne
bûyera alê bûyereke tesadufî ye û ne jî reaksiyonên hatin nîþan dan
reaksiyonên ji xwe ber in. Kanalên hin telewîzyonan nîþan dan, meriv dîbîne
ku yekî navsale bi zarokan re dipeyive û alê dide destê wan. Ji xwe
zarokan jî di îfadeyên xwe da gotin yekî li dora 35 salî al da me û
got biþewitînin. Zarok naþewitînin, davêjin erdê û yek ji wan nigê
xwe lê dixe. Ji ber ku seneryo berê hatiye nivîsîn loma jî pûlis û
kamara wan jî tam di wê taftafê da li wir hazir e, di cî da rismê
zarokan dikþînin.
Lê em bibêjin ku ne ”seneryo”ye,
bi rastî jî du zarokan xwestine ala Tirkan biþewitînin, ma ewê çi bibe
yanî? Bi þewitandina alekê ne dinya xera dibe û ne jî Tirkiya wek
buxça bi pîne bat dibe. Ne tenê li Tirkiyê, li her derê dinyayê alên
dewletan tên þewitandin. Tirk bi xwe jî her roj alên xelkê diþewitînin,
him jî ne bi du zarokan, bi serokên sendîkan û partiyan, bi profesor û
gire girên civatê vê yekê dikin.
Bêguman reaksyona ku Tirkan wek civat
nîþan da ne reasksiyoneke normal e. Meriv baþ dibîne ku psikolojiya
civata Tirk(ji artêþê bigre, heta bi hikûmet û meclîsê, ji
zanîngehan bigre heta bi hemû partî û sendîka, rojname û
telewîzyonan) ji binde xera bûye, civat û rêberên wê ne li ser hemdê
xwe ne, nexweþ in û krîzeke
mezin derbas dikin.
Wek min li jor jî got Rast e,
serkeftinên ku Kurdan li Baþûrê
Kurdistanê bi dest xistine dewleta Tirk har û dîn dike. Tirk bi vê
statuya Kurdan heta tu bibêje aciz û nerehet in. Ew ditirsin ku di rojên
pêþ da ewê tesîra Baþûr li Kurdên Bakur jî bibe. Loma jî ji bo ku
kanibin rê li ber vê tesîrê bigrin û nehêlin Kurd tiþtên zêde ji
wan bixwazin lîstikên wiha li dar dixin. Yanî hesabê wan ew e ku mirinê
rê Kurdan bidin ji ku wan bi tayê razî bikin. Jixwe dema meriv hin nivîs
û þiroveyên hin berdevkên dewletê yên piþtî bûyerê dixwîne meriv
vê nêt û armanca wan bi
hêsanî dibîne. Li gor aqilên xwe þîretan li serok û rêberên Kurdan
dikin, dibêjin divê hûn tiþtên zêde ji me nexwazin û li hember
yekîtiya axa Tirkiyê û hemû sembolên wê pir vekirî û bi hurmet bin.
Nexwe hûn dibînin, çi dikane were serê we.
Helbet ev kefteleft û siyaseteke
bêhûde ye, bi tehdît provakasyonên wiha Kurd ne ditirsin û ne jî
dixapin. Bi metodên wiha nemirovane belkî bikanibin hin hêzan kedî û
îqna bikin, wan bikin Ataturkçiyên herî baþ û ala xwe jî bi wan bidin
maçkirin.Lê miletê Kurd bi tecrûbe û bi serpêhatiyên xwe ew dîwarê
tirsê ku dewleta Tirk hêviyeke mezin jê dike ji zûdaye li pey xwe hîþtiye,
loma jî bi tehdît û bi zirtên wiha dev ji daxwaza mafên xwe yên
netewî bernade.
Dema Tirk jî wek Seddam dînîtiyekê
bikin(ku ji wan pir ne dûr e)bêguman tiþtê hat serê Seddam ewê were
serê wan jî. Yanî ewê gorra xwe bi destên xwe bikolin. Esas pir ne
derî îhtîmalê ye ku wek dîktatoriya Seddam, gorkirina dîktatoriya
Kemalîst jî bi destê Kurdan be. Bi baweriya min rakirina cenazê vê
dîktatoriya kemalîst jî bixêr ewê bibe nesîbê me…
25/3-05