Di 12-ê cotmeha sala 2005-an(12/10-05) da li ser navê Osman Aydin û M. Alî Yildirim di malpera Kurdînfo da ji bo hemû endamên DDKD-ê bangek hat weþandin. Piþtî vê bangê bi demakê, eynî hevalan bangeke din, yeka armanc û çarçeweya wê hîn zelaltir û hîn firehtir weþandin.
Di van herdu bangan da jî endam û birêvebirên DDKD-ê(Komela Demokratîk Kulturî ya Þoreþger) ji bo civînekê dihatin vexwendin.
Piþtî van herdu bangan, hin hevalên din jî dîsa di malpera Kurdînfo da li ser bangê û îmkana ji nuh ve xebateteke bi hev ra bîr û baweriyên xwe anîn zimên û fikrên xwe gotin.
Ya min bi xwe qet nêta min tunebû ku ez jî tiþtekî li ser bangên hevalan binivîsim û tevî minaqeþeyên bêberhem û bênetîce bibim. Çimkî li gor min ”hêvî û hesabê” ku em ji nuh ve werin ba hev û dest bi xebateke siyasî bikin ne realîst e, xeyaleke vela ye. DDKD/KÎP û dûra jî Partiya Pêþeng, di dîroka kurdan ya nêz da du rêxistinên gelkî girîng in û di dema xwe da xebatên gelkî giranbuha û hêja kirine. Mîrata vê tevgerê li pey xwe hîþtiye, mîrateke pir hêja û pir dewlemend e. Lê wek rêxistin wan mîada xwe qedandiye û ew bûne malên dîrokê. Çawa ku mirî ji gorran ranabin, DDKD û partiya li piþt wê jî ji nuh ve ava nabin. Dibê em vê rastiyê qebûl bikin. Ez bi xwe wiha difikirim.
Lê li gel vê jî, piþtî gilî û gazinên hin hevalan ku çima ez jî raya xwe nabêjim, (çimkî ez jî berpirsiyarekî DDKD/KÎPê û dûra jî yê Pêþengê bûm)min jî biryar da ku bi çend gotinan be jî fikrê xwe bibêjim.
Min bi xwe hîn jî baþ fêm nekiriye meriv çawa dikane piþtî jihevqetandin û belavbûneke bi kêmasî 25- 30 salî rabe bangake wiha belav bike û di nava ”DDKD-liyan” da kombûn û vejîneke ji nuh ve mumkûn û realîst bibîne?
Heger bang tenê ji bo ku em hevalên kevn carê werin ba hev û çend rojan ji xwe ra bîn û sebra xwe bi hev bînin hatibûya kirin bêguman tiþt pê ve tunebû, merivê bigota normal e. Û heta xweþ e jî. Lê armanca bangê ji civîneke hevdîtin û hesretborînê bêtir, hêviyeke siyasî ye, xuliqandina tevgereke siyasî ye. Yanî armanc û hêviya bangê ew e ku ”belkî” em kesên berê DDKD ya jî KÎP bûn ji nuh ve bikanibin werin ba hav û bi hev ra dest bi xebateke siyasî bikin. Tiþtê min ji herdu bangan û ji minaqeþeyên hevalên din fêm kir ev hêvî ye.
Û tiþtê ku qet nakeve serê min û ez realîst û mimkûn jî nabînim a hêvî û ev hesab e.
Çima ?
Çimkî her kes dizane ku DDKD ne komeleyeke kesên kevokhez ya jî pinpinîkhezan bû ku îro jî dîsa wek kesên kevokhez û pinpinîkhez werin ba hev û ji xwe ra dîsa wek berê qala kevok û pinpinîkan bikin. Tiþtê însan di nava DDKD-ê da anîbûn ba hev ne nav bû, fikir û siyaset bû, hedefên siyasî yên dûr û nêzîk bûn.
Baþ e însan îro ewê li gor çi û kîjan dîtin û siyasetê, li gor kîjan program û hedefên siyasî dîsa bibin hevalên hev? Çimkî fikrên do êdî pir kevn bûne û êdî nikanin bibin bingehê zemîneke siyasî. Wê demê îdeolojî û siyaseteke me ya muþterek yanî programeke me hebû û em li ser wan prensîban hevlên hev bûn. Baþ e îro bêyî dostanî û hevaltiya ferdî, di warê siyasî da çiyê me muþterek e?
DDKD her çuqas li ser kaxetê û bi hawakî resmî komeleke xortan ya kulturî bû, lê di esasê xwe da ew girêdayî rêxistineke siyasî bû û li gor siyaset û îdeolojiya wê partiyê(KÎP/ Partiya Karkirê Kurdistan) xebata xwe dimeþand. Ji ber ku kurdan bi hawakî eþkere û qanûnî nikanîbûn partiyên xwe yên siyasî ava bikin, ji mecbûrî ev rê hildibijartin, ji dêlî partiyan komeleyên kulturî û çandî ava dikirin. Lê her kesî û dewletê jî dizanîbû ku partiyeke îllegal ya xwedî programeke siyasî li piþt DDKD-ê heye. Ev nayê wê maneyê ku hemû endamên DDKD-ê di eynî wextê da endamên partiyê jî bûn. Na, her kes ne endamê partiyê bû, lê bi kêmasî dilxwaz û hevalbendên fikir û siyaseta partiyê bûn. Û loma jî dikanîbûn bibin endamê DDKD-ê.
Xortên wê demê 20, 25 salî bûn endamên DDKDê/KÎP-ê, nuha 50-60 salî ne. Yanî êdî ne xort in û ne jî xwedî bîr û baweriyên xwe yên wê demê ne. Îro her yek xwedî dîtineke cuda ye. Dîtinên wê rojê em anîbûn ba hev, îro ji kok da guherî ne û nikane dîsa me bîne ba hev. Yanî di întrese, fikir û dîtinên me hemûyan da guherînên pir mezin çêbûne. Ev rastiyek e, dibê em qebûl bikin. Û ne tiþtekî xerab e jî. Ji ber ku him þertên welatê me û him jî þertên dinyayê hatine guhertin. Siyaseta do, li gor þertên do bû û ya îro jî dibê li gor ya îro be. Ji ber ku siyaset li gor þertên maddî tê meþandin.
Li welatê me û li cîhanê guherandinên gelkî mezin bûne. Dost û mitefîkên me yên do, îro ya dijmininên me ne ya jî di nava refên dijminê me da ne.
Ne tenê ”dostên” me yên berê, dijminên me jî îro êdî ne dijminên berê ne, hinekên wan ya bûne mitefik û ”dostên” me ya jî êdî wek berê em bi çavên ”dijminan” li wan nanêrin.
Mesela wê demê wek endamên DDKD-ê û KÎP-ê, em li dijî PDK-ê û tevgera Barzanî bûn û dostê YNK-ê bûn, me Barzanî û tevgera wî paþverû didît.
Em Sovyetçî bûn û me ji bo wan li xelkê dixist. Dostên Sovyetê otomatîkman ”dostên” me û dijminên wê jî otomatîkman dijminên me bûn.
Em li dijî Çînê bûn û me kesên Maoîst pêþverû nedidît.
Em antî emperyalîst û bi taybetî jî antî Emerîkancî bûn. Me tifaqeke bi Emerîka ra tu carî rast û mimkûn nedidît.
Em dostê Qoreya Bakur û Kubayê bûn. Yekî ji serok û rejîma van dewletan ra tiþtek bigota me li wan dixit.
Dîsa wek endamên DDKD-ê û KÎP-ê em li dijî Xerbê û sîstema wan ya kapitalist bûn. Me digot ev sîstem paþverû ye, ne domokratîk e, emê sosyalîzmê û dûra jî dîktatoriya proleteya ava bikin.
Em bi xurtî dujminê Îsraîl, lê dost û mitefikê Filîstîniyan bûn. Me ji bo Filîstîniyan li hember Îsraîl xwe dida kuþtin.
Yanî bi kurtî tiþtê ku wê demê di nava DDKD û KÎP-ê da em anîbûn ba hev ev fikir û dîtin bûn.
Meriv dikane van nimûneyên jorîn gelkî dirêjtir jî bike. Ji ber ku her heval bi xwe dikane van nimûneyan yeko yeko bîne bîra xwe, loma jî ne hewceye ku ez zêde dirêj bikim. Yanî sebebên siyasî û îdeolojîk yên ku wê demê em di nava komel û partiyekê da anîbûn ba hev û me bi hev ra kar û xebat dikir îro ji bin da hatine guhertin. Û bi vê guhertinê ra bêguman fikrên me jî hatiye guhetin. Li gor îdeolojî, dîtin û siayseta DDKD, KÎP û Partiya Pêþengê ya 20-30 sal berê, îro em nikanin bibin hevalên hev yên siyasî. Ji bo hevaltiyek nuh, bêguman dibê dîtin û siyaset jî nuh be, li gor þertên îro be.
Hevaltiya me ya berê têr nake ku em îro jî di platformeke siyasî da dîsa bibin hevalên hev.
Mesela do ez li dijî dewleta Îsraîl bûm. Îsraîl dujminê min yê siyasî û îdeolojîk bû. Lê îro ez wiha nafikirim.
Do ez antî-Emerîkancî bûm, lê îro ez ne antî-Emerîkancî me. Ûhwd.
Ne ez tenê, gelo ji hevalên me yên kevn îro çend heb hîn jî wek berê xwe antî Emerîkancî, antî emperyalîst, antî Îsraîl, antî kapîtalîst û antî Xerb ûhwd. dibîne?
Gelo îro çend hebê me hîn xwe komînîst ya jî sosyalîst dibîne? Û heger dibîne jî bi çi hawî û çawa?
Nuxteyên min li jor qal kirin muþterekiyên hevaltiya me ya siyasî ya do bû. Gelo îro muþterekiyên me çi ne û li ser çi esasî emê bikanibin dîsa bibin hevalên hev?
Helbet ev nayê wê maneyê ku ji me tu kes, bi tu hawî îro nikane di platformekê da bi hev ra bixebite ya jî siyasetê bi hev ra bike. Bêguman tiþtekî wisa ne rast e. Jixwe kesên dikanin bi hev ra kar bikin, dikin. Hin heval hene ev 30 sal in ku him dostanî û hevaltiya xwe ji hev qut nekirine û him jî di gelek platforman da bi hev ra kar dikin. Lê hin jî hene ku tu dev ji hevaltiyeke ”ji nuh ve” berde, li derekê rastî hev bên silavê jî li hev nakin. Yanî yên bi hev ra mane ji xwe bi hev ra ne û yên ji hev dûr ketine jî qet ne mimkûn e ku careke din bibin dost û hevalên hev.
Lê li gel vê jî, dîsa hin heval dikanin ji xwe ra werin ba hev û çend rojan sohbet bikin. Lê ne mimkûn e ku tiþtekî ciddî jê derkeve. Ji ber ku ji siyasetê ra ne însan tenê, bi qasî wê pere jî lazim e. Êdî wek berê meriv nikane bi belavokan ya jî bi kovereke mehane siyasetê bike. Ew dem çû. Siyaseteke ciddî êdî bi amatorî û bêyî îmkanên meddî yên mezin nabe. Dema meriv xwe li siyasetê rakþîne dibê meriv vî aliyê siyasetê jî bifikire.
Her çiqas li ser patenta gotina ”DDKD naqede” konsesusek tunebe jî lê gelek caran ji alî gelek hevalan ve hatiye gotin ku DDKD naqede. Loma jî ez nabêjim ”DDKD naqede”, ez dibêjim DDKD diqede û qediya ye!