ARMANC Di Gulana 1979'an de li Swêdê dest bi weşana xwe kir. Di şertên biyaniyê de di nav weşanên Kurdan de jiyanekê dirêj ajot. 178 hejmarê wê derket. Hejmara wê ya dawî Tîrmeh 1997an de derket.

ARMANC, heta hejmara xwe ya 62'an wek kovar(A4) û bi zimanê Tirkî û Kurdî ji mehê carekê derket. Wê gavê naveroka wê bêtir li ser pirs û pirsgirêkên siyasî bûn.

ARMANC ji hejmara 62'an û vir de seranser bi zimanê Kurdî û bi şiklê rojnameyê(A3) weşana xwe dom kir

ARMANC qasî salekêli Stenbolê derket. LÊ ji ber sebebên teknîkî û astengên dewletê ew mecbûr ma ku dîsa weşana xwe li Swêdê berdewam bike.

Redaksyiona ARMANCê ji van kesan pêk dihat: Mûrad Ciwan, Faris Can, Mumtaz Aydin, Zinarê Xamo, Hesen Mizgin, Mahmûd Lewendî,Remzî Kerîm, Nihat Elî, Yakûp Karademîr, Ehmed Huseynî û Emîn Narozî



ARMANC'ê di rûpelên xwe de cî da pirsên siyasî, civakî, aborî, dîrokî, çandî û hunerî;  yanî wek rojnameyek gelemperiya siyasî, çandî û edebî derket.

ARMANC bi zimanê me yê şêrîn li ser hemû pirs û pirsegirêkan, civata Kurdan rawestiye û li gora îmkanên xwe, wan anî zimên û raya giştî ava kir.

ARMANC'ê di rûpelên xwe de cî da kar û barên hunermend û Kurdologên Kurdan û bi  babetê hevpeyvînan ew bi xwendevanên xwe dan nasandin.

ARMANC'ê di rûpelên xwe da cî da rûdan û buyarên nuh, nûçe û buyarên ku li welêt û li dervayî welat li ser Kurdan qewimîn û her weha xebata Kurdên li dervayî welêt.

ARMANC'ê bi zimanê xwe yê Kurdî bû bersîveke tûj û xurt li dij dagirkerên welatê me, ku ew ji serê salan e ku dibêjin ziman û kultura Kurdî tuneye.

ARMANC'ê bi zimanê Kurdî nivîsandina babetên nûçeyan (nûçe, hevpeyvîn, reportaj, komentar, nivîsên nûçegîhanî, nivîsên mîzahî û hwd.) bi pêş xist û di vî warî de bû tradisyonek hêja.

ARMANC, ji bo nivîskarên nuh ên Kurd bû platformek, bi alîkariya xwendevanên xwe bi pêş ket.

ARMANC him bi şikil, him bi naveroka xwe û him jî bi fonksiyona ku anî cî bê pesin di dîroka rojnamegeriya Kurdî de qonaxeke nuh vekir.

ARMANC, ji arşîva Kurdistanê re bû xezîneyekê.