|
Di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Piştî 3
hejmarên pêşîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin Diyarbekirê.
Kovar ji mehê carekê bi formata (A3) bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî)
derket.
Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her
yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hevre çapbûn.
Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû.
DDG niv-resmî organa DDKDê bû.Armanc û çalakiyên vê rêxistinê di rûpelên
wê de belav dibûn.
DDG hîtabê ciwanên kurd dikir û li ser bergê wê jî ²Bijî yekîtiya
tevgerî û rêxistinî ya ciwanan² hatibû nivîsandin.
|