Di  Nîsana 1988an de dest bi weşana xwe kir. Medya Guneşi kovara yekem bû ku piştî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe şîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû şikand, moralek mezin da gelê Kurd.

Medya Guneşî bi tirkî û kurdî dest bi weşanê kir; di destpêkê de bi formata kovarê ji mehê carekê û ji hejmara 16an û vir de jî wek formata rojnameyê(A3) ji panzde rojê carekê weşana xwe dom kir û 63 hejmarên wê derketin.

Şiyara wê ne guhdarkirina stranan bû, ew ê bi xwe bisitiriya. Wê bi vê şiyarê şêl û helwesta xwe dida diyar kirin. Armanc ew bû ku ew  bibe deng û guhen tevgera rizagarixwaza Kurdistanê. Bi nûçe û analîzên xwe, bi şêla xwe ya siyasî û bi perspektifên xwe dixwest tesîrê li pevajoyê bike; bîr û raya giştî ya Kurdan li hember bûyer û rûdanan ava bike. Siyaseta gemar a dewletê deşîfre û xelkê ji dezinformasyonê xelas bike.

Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran, Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê  Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin, di hefsan de man, ceza girtin, teda û zilm dîtîn.
Bêguman Medya Guneşî di dîroka rojnamegeriya Kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke  mezin da.