Roj di Hezirana 1995an de li Istenbolê dest bi weşana  xwe kir.
Rojnameyeke hefteyî bû. Roj berdewama Medya Guneşî,
Jiyana Nû, Serkeftin û Vatan Guneşî bû. Roj 1995an de 13 
hejmar ser hev derket û piştre ji hin sebebên teknîkî nêzîkî heşt mehan navber da weşana xwe. Piştî heşt meha dîsa dest bi weşana xwe kir û bi tevahî 26 hejmar derket ji van 26 hejmara 24 hejmara Rojê hat berhev kirin û derheqê wê de bi dehan mehkeme hat vekirin û ji bo berpirsiyarê wê nêzîkî 23 salan cezayê hepsê û milyona cezayê pere hat dayîn.  
Xwediyê wê Adiguzel İncesu û Berpirsiyarê wê jî  Ö. Erdal Kurt bû.
Di Tebaxa 1996an de hat girtin û navê wê bû Nuroj .