Zinarê Xamo avê şêlî dike
Ew kesên rewşa bakurê Kurdistanê nizanibe û nivîsa Zinarê Xamo bixwîne dê mejiyê wan li hev bikeve. Gelê me yê Weranşehrê ji gotinê weha re dibêjin ''Avşêlandin, yan jî bi serê kanîyê de rîtin''.
Zinarê Xamo bila dilê xwe negre, lê ev gotinên hanê ku ji devê wî derdikevin, li welêt apocî dibêjin.
Apocî dibêjin ku ma DDKD heye? Yanî nabêjin DDKDyî hene. Mejiyê mervan tevlihev dikin.
Ma gelo bi hezaran endamên DDKDyê qir ketine nav wan? Ya din, ma kê gotiye ku em ê ji nuh de DDKDyê ava bikin? Zinar dibêje ku emrê DDKDyiyan bûye 50/60 sal. Gelo Zinarê Xamo dikare bêje ku li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê ji sala 1980yî bi şûn de hew qas partî çêbûn, hemû berpirsiyarên wan û endamên wan 20/25 salî bûn? Ew kesên ku li Ewrupayê dijîn bila dile xwe negrin lê haya wan ji welêt tune ye. Ez naxwazim dilê kesî bihêlim, lê gelek ji wan bi siwarî çûn, lê piyade mane.
Kî dibêje ku em ê platforma li ser esasê DDKDyê û bi baweriya çel sal berê ava bikinin?
Edî kes piyade nema ye, herkes li gora xwe, rewşa dinyayê, ya heremê û welêt tahlil dike.
Lê dibe ku hin kes beşdarî vê nêrînê û vê civînê nabin. Ev normal e, lê hîn di destpêka karekî weha de vekirina hin defterên kevin û bi nêrînên çel sal berê tevgerîn, ne normal e.
Ev banga hanê ji bona civînê hatiye kirin. Ew kesên ku dilê wan bixwaze dê beşdar bibe û yên bawer nakin beşdar nabin. Lê ne minasib e ku merov meseleyê karîkaturîze bike û hevalên xwe yên berê bi nezaniyê tewanbar bike. Ew kesên bang kirine, madem ku emrên wan 50/60 sal in, ne pewist e ku hin kesên din şîretan liwan bikin.
Ya min bi xwe îmkanên min dest bide, ez dê beşdarî civînê bibim û herweha, ez dixwazim herkes jî beşdar bibe û fikir û nêrînên xwe di wê civînê de, bi awayekî
zelal eşkere bike. Êdî ji vê seetû û şûn de kesek bi qumandeyan ji dur vê idare nabin. Ew kese'n dibe'jin DDKD qedya ye, bi rastî ew qedyane..
23.01.2006